Polîtîk

PYDê serokê ENKSê girt û birin cihek ne diyar

Brahim Biro serokê Encumena Niştimaniya Kurd li Suriye(ENKS) û herweha sekreterê  Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ye.Biro ji aliyê asayîşa PYDê ve li bajarê Qamîşlo hate girtin. Biro birin cihekî ne diyar. Tê zanin ku eve demek bû ew ji aliyê PYDê û alîgirên PYDê ve vekirî dihata tehdît kirin.Herweha têzanin ku ji berî çand rojan çeteyên PYDê êrîşê ofisên ENKS. PDKS û Partiya Yekitiyê kirîbû. Ala Kurdistanê daxistibûn erdê.Ofîsên wan şewitandibûn.Li gel Barhim Biro endamê ENKSê Silêman Oso jî hatiye girtin.Tehdît û terora PYDê li dijê aliyên din yên siyasî her berdewam e. Ji bilî PYDê li Kurdistana Rojava rê nadin kesekî û çalakiyek siyasî.Wek tê zanin PYD li Kurdistana Rojava Ala Kurdistanê qebûl nake û di kar û xebata wan de tiştek Kurdistanî tuneye û rê nadin kesek din jî li ser xeta netewî Kurdistanî xebatê bikin.Bê dengiya aliyên siyasî Kurdistanî dihêlê ku ev cure zordariya PYDê li ser aliyên din yên Kurdistanî berdewam be.Derbarê vê yekê Endamên Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Cedan Elî di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragehand ku, îro danê sibehê Serokê Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS)Ibrahîm Biro ji aliyê Asayîşa Rojava ve hate derkirin û niha li aliyê başûrê Kurdistanê ye.Tê zanîn ku Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro ligel çend hevalên partiya wî hatibûn girtin, pêştî wê bi demekê hevalên wî hatin berdan lê Biro ji aliyê Asayîşê ve mabû girtin.

Back to top button