PYDê pasdarên Îranê anîne Rojavayê Kurdistanê
Li Rojavayê Kurdistanê hêzên çekdarên Partiya Demokrata Kurd li Suriye(El Partî), Yekîneyên Kurdistanê li çend cihan rasta pasdarên Îranê hatine û di nav wan de şer derketiye.
Li gora malpera Malpress radigihîne PYDê gelek pasdarên Îranê bi rêya xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê kirine. Pasdarên Îranê bi navê PYDê kar dikin û di nav PYDê de ne.
Pasdar rê nadin bi tu awayî xelkê Kurdistana Rojhilat li dijê rejimaEsad bisekine.
Pêşmergeyên PDKS – Yekîneyên Kurdistanê
Di nav PYDê de pasdarên Îranê zilm û zoriyê li Kurdan dikin.
Di hinek cihan de şer di navbera Yekîneyên Kurdistanê û pasdaran de çêbûye û hinek ji pasdaran hatine kuştin. Heta ji bo vê jî Îranê ji Yekitiya Niştimana Kurdistanê(YNK) daxwaz kiriye ku, rê nedin ku pasdar li Rojhilatê Kurdistanê bêne kuştin.