Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Siûd Mela ragihand ku div ê serdemê de li Rojavayê Kurdistanê ti destkeftê netewî nayên bidestxistin ji ber ku PYDê hemû destkeftên netewî daye aliyekî û kar bo destkeftên hizbî dike. Siûd Mela Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya çend rojan me serdana Serok Barzanî kir û me bi awayek giştî wêneyê Rojavayê Kurdistanê û dijwariya jiyana xelkê Rojava jê re şirove kir û Serok Barzanî jî tekez kir ku pêwîst e em yekdeng û tebayî bin û da zanîn ku ew ti cudahiyê di navbera kurdan de nake û bi çavekî li hemûyan dinere.” Mela wiha got: “Serok Barzanî amadehiya xwe nîşan da alîkariya Rojavayê Kurdistanê da ku kurd li bigihên mafê xwe û da zanîn ku ew ligel şoreşa Sûriyê û demokrasiyê ye. Sekreterê PDK-Sê wiha domand: Em bi vî awayê niha ku neyek in, em nikarin ti mafekî bidest bixin û em ziyanê digihînin Rojavayê Kurdistanê û sedema wê jî ew e ku PYDê destkeftên netewî piştguh xistiye û tenê kar bo destkeftên hizbî dike.”
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025