Polîtîk

PYD videyoyên saxte diweşîne

Rojnamevanekê holendî di nivîseke xwe de eşkre dike ku, PYD li swer bûyerên rojavayê Kurdistanê û êrîşên Bereyê Nusre bo ser gelê Kurd, videyoyên saxte diweşîne.

Rojnamevanê holendî Vlademir van Felkinborg ku, zimanê kurdî û erebî baş dizane, di nivîseke xwe de di beşa îngilîzî Rûdawê de roja 13.08.2013ê weşandiye, dibêje ku, du videyoyên PYD weşandine direw û saxtene. Yek ji wan videyoya a sala 2008ê ye ku roxistina Qayîde hindek îraqiyan dişewitînin û ya din jî a nîsana 2013ê ye ku, hêzên leşkerê Suriyeyê  bombebarana gundê Til Hedad dike û 16 kurdên sivîl dikuje.

 

Weke tê zanîn ji bona zanîna rastiyan ka gelo bi rastî çi li rojavayê Kurdistanê diqewime, li ser pêşniyara serok Barzanî komîteyek ji Kongreya Netewî hat pêkanîn ku serdana rojavayê Kurdistanê bike, lê hêzên PYD rê neda ew komîteye derbasî rojava bibe. Ev teserifa PYDê wê dixe dibin şik û gumanê de.

Back to top button