Polîtîk

PYD şerê tevgera Kurd dike

 

Komek kurdên Rojava dema ku ji Kurdistana Başûr derbasê Kurdistana Rojava bûn, ji aliyê PYDê ve hatin girtin.

Li gora agahdariyên gihane Rojeva Kurd, bi dehan Kurdên Rojava dema ji Başûr derbasî Kurdistana Rojava bûyîn, ji aliyê çekdarên PYDê ve hatin girtin. Heta vê sibehê jî tu agahdariyên zelal di derbarê wan de negihane destê me.

Hêjmara kesên ku hatîn girtin bi dehan e û ev kes wek aligirên partiya Demokrata Kurd li Suriye(El Partî) ne.

Di vê derbarê de berpirsek yê PDKS(El Partî) ji Rojeva Kurd re got: Raste hinek kes  ji aliyê PYDê ve hatîn girtin, hinek ji miletê me ku nêzikî xeta siyasî  ya partiya me ne. Ev kesên hanê dema ji Başûr derbasî Rojava bûne ji aliyê çekdarên PYDê ve hatine girtin. Hêjmarek mezin niha di destê PYDê de girtîne. Mixabin dema  ku PKKê çek li himber dewleta Tirkiye rawestandine û van tiştan dikin berê çekên xwe didin miletê kurd, ev cihê pirsêye. 

Li ser vê bûyerê me hinek kurdên Kurdistana Rojavare hevdîtin kirin. Hemû jî didin xuyakirin ku, ev helwesta PYDê li dijê kesên li ser rêbaza Barzanî, ne tiştek nûye. Lê gelê Kurd li Rojava tu cara li himber vê helwesta PYD û dijminetiya wan serê xwe natewîne.

Heta hinek kesayet dibêjin ku PYD welê dike ku xelk li Rejima Esad poşman dibin. Dixweye ev helwesta PYDê ya li dijê rêbaza Barzanî ne tiştek nûye. Ji berî niha jî têzanîn ku hinek kesên endamên PDKê revandine û heta niha jî windane.

PYD dizane ku ev rêbaz tucara serê xwe natewîne û ji bo mafên xwe yên netewî û jiyanek azad li himberê hemû êrîşan dê li berxwebidin.

Kurdên rojava bi hemû imkanên xwe hewl didin ku şerek di nava Kurdan bi xwe de dernekeve. Lê PYD gelek guh nadê vê yekê û provakasyona dike. 

Gelê Kurd li Rojava di wê hêzê û zanebûnê de ye ku van provakasyonan pûç bike û di welatê xwe de serbilindî û azad bijî. Belkî jî tirsa PYDê ya herî mezin ji vê ye.

Desthilatdariya Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê nebê qada şerek birakujî hertişetekî dikin û hewldanên desthilatdariya Kurdistanê hemî ew ku hemû rêyên ihtimala şerek div Kurdan bixe de derkeve ji holê rake.

Lêji aliyek din tê zanîn ku Desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ji bo parastina gelê Kurd li himber rêxistinên terorîst xwedî biryar û îradeyek bi hêz e.

Di vê derbarê de gotara serokwezîrê Kurdistanê Neçîevan barzanî ji aliyê raya Giştî ve tê zanîn.

https://rojevakurd.com/rojev/13194-Perwerdekirina-kurdn-rojava-dij-grpn-terorste.html

 

Back to top button