
Rêveberiya PYDê lêpirsîn li akademîsyenkî kurd kir tenê ji ber ku gazinde li kalîteya nan kiribû. Aktîvîstek jî dibêje, PYD bi vê yekê dixwaze xelkê bitirsîne.
Rêveberiya PYDê li bajarê Qamişlo lêpirsîn li akademîsyenê kurd dr. Ferîd Seidûn kiriye, tenê ji ber ku mehekî beriya niha gazinde li kalîteya nan kiriye.
Ev demek e kalîteya nan li Rojavayê Kurdistanê gelekî xirab bûye û xelkê pir nerazî ne.
Lêpirsîna Dr. Seidîn rastî nerazîbûneka berfireh ji aliyê xelkê Rojavayê Kurdistanê ve hat.
Aktîvîstê kurd û xelkê Qamişlo, Mehmûd Elo li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, xelk pir ji kalîteya nan nerazî ne û yek ji wan kesan jî dr. Ferîd Seidûn bû ku li ser facebooka xwe gazinde kiribû.
Mehmûd Elo her wiha got, dr. Ferîd daxwaza lêpirsîn û sizadana wan kesan kiribû ku bûne sebebê xirabiya kalîteya nan. Di lêpirsînê de jî li ser gilî û nêrînên xwe rijd bû.
Wî aktîvîstê kurd da zanîn jî, qesta PYDê ji karên wiha tirsandina xelkê ye, ev jî xizmeta kesî nake.