PolîtîkVîdeo

PYD li himber pêşmergeyên şehid bê rêziyê dike

 Birêziya PYD li himber pêşmergeyên Şehîd dike dewletên dagirker nake…Pêşmergeyên Roj ji bo astengên PYDe dike derbasî Kurdistana Rojava nabin. Çendê cara hewldan hate kirin daku Pêşmergeyên Roj derbas bibin lê PYDê da xûyakirin ku derbasbûna wan dê bibê sedema şer. Heta PYDê rê neda ku pêşmergeyên Roj derbasî Kobanê bi xwe bibin.Li ser vê yekê çend li hevhatin hatin kirin, lê PYDê lingê xwe li hemû peymana da û ji xwe pêve kesek din li Rojavayê Kurdistanê nexwest.Pêşmergeyên Roj tu cara cihê xwe de ne sekinîn li Başûrê Kurdistanê şerê li dijê DAÎŞê de qehremaniyên mezin nîşandan û gelek jî di rêya Kurdistanê de şehîd bûn.Mixabin PYD bi hesanî rê nade termê wan pêşmergeyên şehid li axa Kurdistana Rojava bê spartin. Her carê termê pêşmergeyên şehid derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye, çekdarên PYDê asteng derêxistine. Nehiştine ku xelkek ji bo pêşwaziya şehidan kom bibe, rê nedayê rewrisim ji bo şehidan bê kirin.Heta di hewldana pêkanina rewrismên weşartina termê pêşmergeyên şehid de gelek berpirs û endamên partiyên di nav ENKSê de hatine girtin û kirinê zindanan de. Heta niha jî girtiyên siyasî di zindanên PYDê de hene.Tişta PYDê dike dewletên dagirker li himber şehidan nake. PYD bi vê helwesta xwe rê li henû dayinstandina digre û hêviyên yekitiye  yan jî pêkanina eniyek netewî ji aliyê xwe têkdibe.PYD ala Kurdistanê li ser cenazeyên pêşmergeyên şehid naxwaze. PYD tehemûlê nirxên netewî nake, PYD erka ku heta niha girtî li ser milê xwe winda kirina navê Kurdistanêye û valekirina xaka Kurdistana Rojava ji kurdane.Eger heta niha hinek aliyên siyasî li Bakur û Başûr ev helwesta PYDê nedîtibin û behsa yekitiya dikin tenê xwe dixapînin. PYD, PKK ye. Bi navê cuda yek partiye, yek mentaliteye û yek siyasete.https://youtu.be/DiNHdJjDDDYNirxandinen ji Rojevakurd

Back to top button