PYD li derveyê berjewendiya neteweyî
Pêvajoya Sûriye heta diçe aloztir dibe û tu asoyekî ronahî jî nayê dîtin ku behsa dawî anîna qeyrana kûra Sûriye bike. Rejîma Sûriye li hemû cûre şer’iyetek dûr ketiye û aliyê beranber jî ketiye nava tundiya olî û têkdana derekî.
Muameleya hêzên Kurdiyên Rojava û bi taybetî PYD li gel qeyrana Sûriyê de, bi tu awayekî ne cihê hêviyê ye. Takrewî û rênedana hêzên Kurdiyên din û dirustkirina emrî waq’î ya serbazî ji aliyê PYD rêgir bûye li wê yekê ku Kurd bikarê li wê beşa Kurdistanê de bibê xwedî gotarekî yekgirtî ya neteweyî.
Dirustkirina peywendiya li gel rejîma Esed û yarmetîdana hêzên Hikûmetê û parastina berjewendî û pêgeha serbaziyên rejîmê ji aliyê PYD ve, wiha kiriye ku Rojava bi termê nîv caniya Esed girêbide û ji aliyê gelek ji navendên dewletî û herêmayetiyan ve jî Kurd wekî beşek li rejîm hejmar bê kirin. Eve jî zengekî metirsîdare li ser paşaroja mafên gelê Kurd li Rojava. Li vê demê de kêşe demek kûrtir bûne ku PYD xwe xistiye nava şerek li gel Îslamiyên tundrew ku ne pêwîste û ne xizmeta berjewendiyên gelê Kurd jî dike.
Divê gelek eşkere serkirdeyên PYD bersîva vê pirsiyarê bidin ku şerkirin û binpêkirina Kurd li nav gengeşeya xwîniya Sûriye li qazanca kî ye? Çi sedemek heye ku gelê Kurd tûşî cengekî bikin ku misqalek sûd ji bo mafên wê nabê? Ji bo çi divê Kurd şer bike ku qazanca wê tenê diçê berîka Esed ve?
Her ji destpêka qeyrana Sûriye Herêma Kurdistanê yarmetiya aliyên Kurdan da ku li bin sêwanekî hevbeşa neteweyî kom bike û eve bû peymana Hewlêr ku jê pêkhat. Peymana Hewlêr pêkhatineke gelek guncaw bû ji bo wê yekê ku aliyên Kurdan li gor nexşerêyek bibin xwedî gotarekî yekgirtî û bi yek helwestiyê ve daxwaza mafê rewayên gelê Kurd bikin.
PYD sûdeke mezin ji wê peymanê dît, lê belê her demeke zû de pişta xwe lê kir û binpêkir û hewl da hemû hêzên siyasiyên dinê Kurdan ji qada Sûriye derkevin. Hê jî ne diyare sedema vê binpêkirinê çi bû û li berjewendiya çi aliyek daye ku peymana Hewlêrê li navbera aliyên Kurdên Sûriye neyê bi cîhkirin.
Niha ku rastiyeke tirsnak li ser rojava de heye. Hêzekî Kurdî tak aliyane vê beşê birêve dibe û rewşeke toqêner û pir li tirs û terora fikrî li ser rojava de pêçaye. Şûna wê yekê ku rojava bibê bingehek ji bo pêkanîna hêviyên gelê Kurd, bûye cîhek ji bo parastina rejîm û dirêjkirina temenê Esed û sepandina dîktatoriyetekî îştirakiyaneya leşkerî. Li bira wê yekê bibê cîhek ji bo kevandin û pêçandina birînan, bûye cîhek ji bo kûrtirkirina birînan û têkdan û azardana navmala Kurd.
Zikrî Musa