
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
Serokê Netewî yê Tevgera Netewî a Kurd a 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên xwe, 100 sal berê di roja 29.06.1925an de, ji alîyê Dewleta Tirkîyê ve hatin darve kirin.
Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.
Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.
Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darve kirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelên nemiran aşkere bike.
Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.
Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 70 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.
Her destkeftin û statuteyeke sîyasî, milî, cografîk ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.
Di 100emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên bi wî re hatine darve kirin, Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg, Mele Evdirrehmanê Şirnexî, Dr.Fuad, bi deh hezaran Kurdên ku di dema serîhildanê û di du salên piştî serîhildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)