CîhanRojev

Putîn û Erdogan daxûyaniyek hevbeş ragihandin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Rusya bajarê Soçi hevdîtinek berfireh pêkanîn. Hevdîta wan 4 demjimêra dewam kir. Piştî hevdîtin dawî bû, daxûyaniyek hevbeş hate ragihandin.

Naveroka daxûyaniya hevbeş wehaye:

Her du serokan îradeya hevpar a ji bo pêşdebirina têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê, tevî hemû ceribandinên heyî yên herêmî û cîhanî, li ser esasê rêzgirtin û naskirina berjewendiyên dualî û li gorî erkên navneteweyî, dubare kirin.

Di çarçoveya vê lihevkirinê de, lîderan li ser mijarên di rojeva têkiliyên dualî yên Tirkiye û Rûsyayê de şêwirînên berfireh kirin; zêdekirina qebareya bazirganiya di navbera her du welatan de li gorî armancên diyarkirî û li ser bingehek hevseng; di çarçoweya hevdudîtinê de di warê aborî û enerjiyê de hêviyên her du welatan ji hev bi cih anîn; li ser mijarên ku ev demeke dirêj e di rojeva her du welatan de ne, di warên çûnûhatin, bazirganî, çandinî, pîşesazî, darayî, tûrîzm û avahîsaziyê de, li hev kirin ku ji bo xurtkirina hevkariyê gavên berbiçav bavêjin.

Di çarçoveya mijarên herêmî de, lîderan bal kişandin ser girîngiya têkiliyên samîmî, eşkere û baweriyê yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo avakirina îstiqrara herêmî û navneteweyî. Di vê çarçovê de her du serokan tekez kirin ku peywendiyên avaker di navbera her du welatan de rolek di gihandina rêkeftina Stenbolê de li ser veguhestina bi ewle ya dexl û berhemên xwarinê ji benderên Ukraynayê lîstin.

Serokan bal kişandin ser girîngiya parastina yekitiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyê û tekezî li ser biryardariya xwe kirin ku di şerê li dijî hemû rêxistinên terorîst li Sûriyê bi hevgirtin û hevahengiyê tevbigerin.”

Herwiha amaje bi wê yekê jî hatiye dayîn ku serokên herdû welatan piştevaniya xwe bo yekrêzî û yekitiya Lîbyayê jî derbirîne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin “Serokan li hev kiriye ku civîna Konseya Hevkariya Bilind a Rûsya-Tirkiye li bajarê Stenbolê bê kirin.”

Back to top button