Cîhan
Pûtîn li Moskovayê bi Serokê Sûriyeyê Esed re civiya
Serokê Rusyayê Vladimîr Pûtîn bi hevtayê xwe yê Sûrî Beşar el-Esed re li Moskowê kom bû.
Rusya hewl dide ku, navbeynkariya aloziyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bike.
Vîdyoyek ku ji hêla Kremlînê ve hatî weşandin nîşan dide ku Pûtîn bi germî pêşwaziya Esad dike , piştî ku her du serok li pêş kamerayan rûniştin û rewşa Sûriyê û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Li gora medya fermî ya Rusya, Pûtîn ji Esadre dibêje: “Bêguman nêrîna we ya li ser çawaniya pêşdeçûna rewşa herêmê bi giştî bi min gelekî eleqeder dike “Mixabin, ew rewşa hayî xirabtir dibe, em dikarin vê yekê bibînin. Ev yek rasterast ji bo Sûriyê jî derbas dibe.”