Pûtîn hikûmeta nû pejirand
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kabîneya nû ya ku li Dûmayê, li baskê jêrîn ê parlamentoya Rûsyayê hat qebûlkirin, pejirand.
Piştî hilbijartinên serokkomariyê li Rûsyayê hikûmetek nû hat avakirin. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku hefteya borî Serokwezîrê Rûsyayê Mikhail Mishustin ji nû ve wek serokwezîr tayîn kiribû, bi biryarnameya îmzekirî, kabîneya nû ya ku li Dûmayê ya Meclîsa jêrîn a Parlamentoya Rûsyayê hat qebûlkirin, pejirand. Li gor biryarnameya ku Pûtîn îmze kiriye, Denîs Manturov, Tatyana Golîkova, Alexander Novak, Alexey Overchuk, Dmitry Patrushev, Vitaly Savelyev, Marat Khusnullin û Dmitry Chernyshenko wek cîgirên serokwezîr hatin wezîfedarkirin.
Andrey Belousov Wezîrê Paraztinê yê Rûsyayê, Vladimir Kolokoltsev Wezîrê Karên Navxweyî, Alexander Kurenkov Wezîrê Rewşên Awarte yê Rûsyayê, Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve, Konstantin Chuychenko Wezîrê Dadê, Anton Alihanov Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê, Mikhail Degtyarev wezîrê werzîşê, Alexander Kozlov wezîrê jîngehê, Anton Kotyakov wezîrê kar, Sergey Kravtsov wezîrê perwerdeyê, Oksana Lut wezîra çandiniyê, Olga Lyubimova wezîrê Çandê, Mikhail Murashko Wezîrê Tenduristiyê, Maksim Reshetnikov Wezîrê Aboriyê, Anton Siluanov Wezîrê Darayî û Roman Starovoyt jî wek Wezîrê Gihandinê hatin hilbijartin.
Bi biryarnameya Pûtîn hikûmeta Rûsyayê bi fermî dest bi kar kir.