Cîhan

Putîn dixwazê navçitiyê bike..!

Rûsyayê êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser Îranê wekî “bêsebeb û li dijî qanûnên navneteweyî” bi nav kir. Serokê Rûsyayê Putin pêşniyar kir ku di navbera her du welatan de li dijî êrîşên ku cîhan xistiye nav fikaran navbeynkariyê bike.

Rûsyayê êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser Îranê di şeva 13ê Hezîranê de bi tundî şermezar kir û kiryaran wekî “hovîtî” bi nav kir.


Rûsyayê êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser Îranê wekî “bêsebeb û li dijî qanûnên navneteweyî” bi nav kir. Berdevkê Kremlinê Dimitry Peskov diyar kir ku van êrîşan Peymana Neteweyên Yekbûyî binpê kirine û diyar kir ku Serok Vladimir Putin bi rêkûpêk pêşketinan bi rêya rayedarên îstîxbarat û parastinê dişopîne.


Wezareta Derve ya Rûsyayê her wiha tekez kir ku kiryarên Îsraîlê hewldanên dîplomatîk ên derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de têk dibin û ewlehiya herêmî tehdît dikin. Her wiha bang li hemû aliyan kir ku xweragir bin û diyar kir ku divê pêşî li zêdebûna bêtir a pevçûnê were girtin.


Serokê Rûsyayê Putin bi Serokê Îranê Mesûd Pezeşkian û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bi têlefonê axaftinên cuda kirin. Wî ji rêberê Îranê re got ku Rûsya kiryarên Îsraîlê şermezar dike û ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxî daxwazkir. Wî ji Netanyahu re tekez kir ku pirsgirêkên di derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de divê tenê bi rêyên dîplomatîk û siyasî werin çareser kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button