CivakRojev

PSK pişgiriya xwepêşanderên Zaningeha Bogazîçî dike!

Li zaningeha Bogazîçîya Stanbulê serokkomar rektorek tayin kir. Li himber vê yekê beşek ji xwendevanan û xelkek din û hinek mamustayê zaningehê xwepêşandan kir û ew rektor naxwazin. Partiya Sosyalist a Kurdistanê jî daxûyaniyek ragihand û pişgiriya helwesta xwepêşenderan dike.

Daxûyanî:

Piştgiriya Berxwedana Zankoya Bogaziçi Dikin

Destnîşan kirina rektorek ji derweyê Zankoya Bogaziçi ji aliyê Serokkomarê bûye sedema bertek û berxwedana reva.

Mamoste, karmend û qutabiyên zankoyê, şîweyê destnişan kirina rektorê wekî darbeyek li vîna azad û serxwebûna zankoyêe dizanin û protesto dikin. Hikumeta AK Partî jî poles dişine ser qutabiyên, ku bona mafên xwe yên reva çalakî encam didin.

Şiweyê destnişan kirina rektora hanê, naveroka dij-demokrasiya desthilatê nişan dide û nişana vê yêkê ye, ku rejîma taqekesî gihiştiye çi astê.

Hikumeta AK Partî hewla kutudayê 15 Temmuzê wekî derfetek bi kar tine û guhê xwe nade xalên Desturê û binemayên yasayî û bi Biryarnameyên Wekî Qanûnê va welatê bi rêva dibe.

Hikumeta AK Partî, ku li Kurdistanê şaredariyên hilbijartî ji kar durxistiye û û şuna wan qeyyum daniye, îro jî dixwaze bi destnişan kirina qeyyuman ve zankoyan bêxe bindestê xwe.

Zanko hêlîna bîrên azad û maka ronahî ne.

Hilbijartina rektorên xwe mafên serekî a zanko ne û pêvidiva demokrasiyê ye.

Em piştgiriya berxwedana mamoste karmend û qutabiyên Zankoya Bogaziçi a bona perwerdeya demokratîk û serbixwe dikin.

Hikumeta AK Partî divê destê xwe ji zonkoyan bikşine û rêz li vîn û îradeya wan bigre.

07.01 2021

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button