Polîtîk

PSK pîrozbahiya Mesrûr Barzanî dike

Bo Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Hêja Mesrur Barzanî,

Serokwezîrê hêja,

Ez bi navê hemu heval, hogir, endam û kadrên Partiya xwe, pir bi dil pîrozbayiya xwe pêşkeşê bo cenabê te û bo hemu wezîrên Kabîneya Nehan dikim.

Kabineya nehan di navçeyekê gelek aloz û zirufeka gelek hestyar da dest bi kar dibe û erkên gelek pîroz û girîng li pêşiya hikumeta we hene.

Em piştrast in, kabîneya Nehan, di bin serokatiya we û bi alîkariya aliyên siyasî yên welatparêz û dilsojên Kurdîstanê ve erkên xwe cî be cî bike û deskevtên netewî, ku berhema xebat û tekoşînê dijwar e, berhema xwîna bi hezaran şehîdan e, biparêze û pêşve bibe.

Kabîneya Nehan bo gelê Kurdistanê pîroz be.

Serketina we dixwazim.

10.07.2019

Mesud Tek

Serokê Giştî

 

Back to top button