Civak

PSK: Em careke dî terora Dewleta Îranê mehkûm dikin

24 salan berî niha (13yê Tîrmeha 1989)ê Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên xwe bibûne armanca êrişeke terorîstî ya Komara Îslamiya Îranê û di encamda hatibûne şehîdkirin.

Gava ku Dewleta Îranê ev karê terorîstî bo qetilkirina Dr.Qasimlo pêkînayî, wesa hizir û fikir dikir ku hêz û îradeya berxwedana HDK-Î dişkêne û xebata azadîxwazî ya gelê Kurd bi dawî dike. Lê belê gelê Kurd û HDK-Î û hevçeperên şehîd Dr. Qasimlo her zû, bo dost û dijminan nîşan da ku, xudan îradeyek ji pola ne û heta roja serkeftinê çeperên xwe vala nakin û li ber xwe didin. Û ev şîreta Dr. Qasimlo ya digot: “ Wefadariya mezin bo şehîdan; direjî pêdana xebata di rêya wan da ye” selimandiye.
 
Xebata azadîxwaziya gelê kurd roj bi roj xurttir dibit. Rêvingên riya azadiyê alaya azadiyê dest bi dest bilind dikin.Dr. Qasimlo di nav dilê me da dijît û dê herdem yî zindî bit. Lê belê Komara Îslamiya Îranê bi vî karê xwe yê çepel û teniya reş ya bi navçavên xwe ve her roj mehkûm dibit û di nava qeyranan da digevize.

Di 24 saliya şêhîd bûna Dr. Qasimlo û hevalên wî da em wan bi bîr tînin, careke dî bang li karbidestên hikûmeta Viyana ê dikin ku erkê edaletê bi cih binîn û daxwaz ji hemû rêxistin û saziyên peywendîdar bi mafê mirov dikin ku ji bona mehkûm kirina van cinayetan di asta navnetewî da kar û xebat bikin, pişt bidene gelê Kurd.

Her bijî xebata azadîxwaz ya gelê Kurd!

13yê Tîrmeh a 2013 – Partiya Sosyalîst a Kurdistan – PSK

Back to top button