Civak
Projeyek ji bo hevkariya kirênişînan tê amade kirin
Elî Reşîd Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ragihand, bi piştevaniya Parêzgerê Hewlêrê mijulî dariştina projeyekîn ji bo hevkarî kirina kirênişînan û xwedî mulkan, ji ber ku mebesta wan ewe xwediyê mulkan jî ziyanê nebînin û karîger bin.
Her wiha balkişand li ser wê yekê ku Firaksiyona PDK jî li Parlemena Kurdistanê li ser hêlin û çaverê dikin Encûmena Wezîran projeyekî li vî derbarî de derbixe, bo ku li Parlemena Kurdistanê deng li ser bê dayîn.
Berê jî hatibû pêşniyar kirin ku kirêya heyvekî ya kirênişînan wernegrin.