Profesorê Kanadayî fêrî zaravayê Soranî bû û pirtûkek li ser Kurdan nivîsand.
Romano di sala 1996an de diçe gera bisîkletê ya Tirkîyê û piştî serdana Herêma Kurdistanê diçe Rojhilat (Rojhilatê Kurdistanê).
Romano, li Zanîngeha Dewletê ya Missouri Profesorê Zanistên Siyasî ye, bi zimanê Kurdî Soranî dibêje: “Navê min David Romano ye. Ez Kanadayî me. Zimanê min ê dayikê Fransî ye, lê min perwerdeya xwe bi Îngilîzî qedandiye”.
Prof. Romano, da zanîn ku wî 4 pirtûk li ser Kurdan nivîsandine, li ser Kurdan û erdnîgarîya Kurdan re gelek xebat kirine. Romano, balê dikşîne ser siyaseta Rojhilata Navîn, Kurdolojî, netewperestî, pêvajoyên aştî û pevçûnan û Îslama siyasî û destnîşan kir ku ewê bê navber xebatên xwe yên li ser Kurdan bidomîne.
Profesorê Kanadî diyar kir ku ew niha pirtûkekê li ser siyaseta derve ya Herêma Kurdistanê dinivîse.