Civak

Prof.Dr. Ceyhan hejmara tûşbûyên Korona li tirkiyê deh car zêdetire

Prof Dr Mehmet Ceyhan Endamê Lîjneya Zanistiya Koronayê li tirkiye ragihand ku hejmara tuşbûyên şewba Korona li tirkiye ji ewê ku hatiye ragihandin deh car zêdetire. Wate ewê Wezîrê Tendirustiya tirkiye ragihandiye 2.433 ye deh car jî dike 24.330 kes.

Prof Dr Mehmet Ceyhan ku Serokê Komeleya Nexweşiyên Vegirtina Êşan û Endamê Lîjneya Zanistiya Korona yê li tirkiyê ye, li hevpeyvîneke xwe yê televizyonî de ragihand ku di derbarê hejmara tuşbûyan de ramanên cûda cûda heye, lê ew welatên ku gelek test dikin hejmara tûşbûyan bi 5 an jî 6 caran re komdikin, lê welatên wekî tirkiye ku kêm test dikin divê hejmara tûşbûyan bi deh caran re bê komkirin. Wate ewê ku Fahrettin Koca Wezîrê Tendirustiya tirkiye ragihandiye 2.433 ye û eger bi deh car jî bikin hejmara wan kesan dike 24.330 kes. Ev pêşbînîkirin yek ji standardên Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê ye û ew bi vî awayî pêşbînî dikin.

Her wiha di derbarê eşkere nekirina bajarên tûşbûyî de jî dibêje, tirkiye ji aliyek ve wekî Koriya Bakûr vedişêre û ji aliyeke din ve jî divê wekî Koriya Başûr hemû tiştekî eşkere bike. Di navbera van her du mînakan de asê maye.

Back to top button