CivakRojev

Problemên teknîkî hene xelk gazinda dikin

Sekreterê giştî yê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî jî weke her kesekî çû ser sendoqê dengdanê, lê amûra dîcîtal ya dengdanê pencemora wî nexwend û nikarî deng bide.

piştî hewldanên aliyên têkildar yên komîsyonê û şûştina destê xwe, Fazil Mîranî bo cara duyem pencemor kir û pencemora wî hate xwendin û karî dengê xwe bide.

Pişt re Fazil Mîranî ragihand ku ev kêşeyeke mezine jiber ku gelek kes hem di dengdanê taybet de û him jî di dengdana giştî de nikarîn deng bidin jiber ku amûrê dengdanê pencemora wan naxwîne.

Mîranî eşkere kir ku, ev kêşeyeke cidiye bandorê li ser  hilbijartinan dike û eger heye mebesteke siyasî jî jê hebe.

Nav hatî diyar kir ku, di dengdana taybet de jî bi deh hezaran welatiyên aware yên Şingalê jî jiber kêşeyeke wisa nikarîne dengê xwe bidin.

Mîranî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku hijmareke gelek zêde ji wan awareyan jî navên wan nehatine vegerandin û navê hinek ji wan dengderan jî li bajarê din yên Başûr û naverasta Îraqê vegeriyane û got: Bawer nakim ku ev şaştiyeke normal be belku, kareke siyasiye.

Back to top button