PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî: Peyama me ji bo Iraqê, peyama aştî û birayetiye

Berî nîvroya îro yekşem 10.10.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, yek ji binkeyên dengdanê ya ji bo hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê, deng da.

Piştî proseya dengdanê jî li civîneke rojnamevaniyê da Serok Nêçîrvan Barzanî li gotarek da got: “Îro li vir me deng ji bo berbijêrên xwe ya ji bo Parlemena Iraqê da, hêvîdarim ev hilbijartin bi xêr û xweşî ji bo hemû Iraqê vegerê, hêvîdarim em hemu wekî mafeke yasayî û demokrasî erkê xwe bi cîh bikin û em hemû pêkve îro li seranserê Iraqê biçîn ser sindoqên dengdanê û ew mafê ku me heye wekî proseyeke demokrasiyê bi cîh bikin. Bi hêviya wê yekê ev hilbijartin bi xêr û xweşî ji bo hemû gelê Iraqê vegerê û hêvîdarim bi hêviya xwedê ewên diçine Parlemena Iraqê li hemû aliyek ve bikarîn dakokiyê li ser mafên hemû Iraqê bikîn û piştî niha şahidê ewe bîn ku li hemû rûyek ve rewşa Herêma Kurdistanê, rewşa hemû Iraqê ber bi baştir ve biçe. Hêvî dixwazim hilbijartineke serkeftî bê li hemû rûyekê ve”.

Paşê li bersîva pirsiyarek da got: “Ewê em li Herêma Kurdistanê dixwazîn û piştî temambûna hilbijartinê hêviya wê yekê dixwazim ku hemû hêzên Kurdistanê pêkve li Bexda komdeng bîn ji bo dakokîkirina li ser mafên Herêma Kurdistanê li çarçêweya Iraqa Federalî da. Her wiha hêvîdarîn Parlemen û Hikûmeta paşerojê ya Iraqê gelek bi ciddî hewl bidin ji bo çareserkirina kêşeyên hemû Iraqiyan. Me herdem gotiye û dakokiyê li ser dikin ku gelê Iraqê hêjayî jiyaneke baştir ya ji niha heye. Gelê Iraqê pêwîstî bi wê yekê heye bi ciddî hewl bê dayîn rewş baştir bibê bi taybetî li rûyê aboriyê ve, li rûyê hela kar ji bo lawên Iraqê, hêvîdarîn ev hilbijartin giraniyeke ciddî bixe ser meseleya peydakirina derfeta kar ya ji bo lawan, li ser nehiştina gendelî, li ser dirustkirina damezraweyên Iraqê bi rêkupêkî, Herêma Kurdistanê jî wekî erkê xwe li çarçêweya Iraqê da, li çarçêweya destûr da wan hemû erkên ku li ser heyet, bi hêviya xwedê bi cîh bikin”.

Di derbarê wê yekê ku yekem kes bûye li ser asta Serokayetiyên Iraqê deng bide, her wiha di derbarê peyama wan ya ji bo Iraqê, rêzdar got: “Xweşhalim bi wê yekê, yekem kes bûm min deng da, xweşhalim û ez bawerim eve mafeke yasayî ya her kesekêye deng bide. Peyama me ji bo hemû gelê Iraqê, peyama aştiye, peyama birayetiye, peyameke ku em hemû divê pêkve hewl bidîn rewşa Iraqê ber bi baştir bibîn, em hemû li yek papurê(keştiyê) dayîn û pêwîste em hemû hewleke ciddî bidîn ku bi hêviya xwedê Iraq serbikevê”.

Di derbarê regvedana bangeşeya hilbijartina aliyên Kurdistaniyan li ser yekrêziya li Bexda û hengavên Serokayetiya Herêma Kurdistanê li vî derbarî de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Bêguman bangeşeya hilbijartinê dawî hat û îro jî hilbijartin û bi hêviya xwedê ev hilbijartin jî li hemû rûyek ve li hemû Iraq û li Herêma Kurdistanê jî bi başî û bêkêşe derbas bibe. Hengava yekem eweye em piştî vê hilbijartinê aliyên siyasiyên Kurdistanê vedixwînin û guftûgoyeke ciddî dikin li ser wê yekê ku bikarîn bi çi awayekê beşdar bibîn, bikarîn bi çi awayekê li Hikûmeta paşerojê li Bexda em hemû pêkve beşdar bîn û hengav wiha dibê ku wan vedixwînin û bangehêşt dikîn ji bo Serokayetiya Herêma Kurdistanê, axaftinê li gel wan dikîn, li gel hemû aliyan, bi hêviya eweyîn em hemû li Bexda pêkve bîn ji bo dakokîkirina li mafên Herêma Kurdistanê”.

Li bersîva pirsyareke din ya di derbarê hewlên ji bo vegerandina baweriya li navbera welatiyan û desthilat piştî hilbijartinê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Armanca me eweye ew bawerî bê dirust kirin, raste, lê belê eger temaşa rûdawên Iraqê bikîn bangeşeya hilbijartinê wekî carên din nebû li dijî Herêma Kurdistanê, eve bi xwe tişteke başe, ez bawerim ewê bi awayeke giştî her Hikûmetek bê ser kar li Bexda, divê giraniyê bixe ser wê yekê ku çawa bikarê xizmetguzariyê dabîn bike ji bo welatiyên hemû Iraqê. Ez bawerim xelk westiyaye, xelk ji destê van hemû dirûşmên bê naverok westiyaye, xelk dixwaze bizanîn bi ciddî çi tê kirin û xelkê Iraqê wekî min behs kir bi awayeke giştî hêjayî jiyaneke baştirîn. Hêvîdarim ev hikûmet û Parlemen cûda bê, hêvîdarim giraniyê bêxe ser wan aliyan ku çawa dikarîn wê baweriyê li gel hemû gelê Iraqê dirust bikîn, çawa dikarîn wan tiştên mebest xelke ji bo wan bi cîh bikin, ez bawerim eve mezintirîn gefe ku li Hikûmeta paşerojê da dibê bi ciddî kar li ser bêkirin”.

Di derbarê paşeroja peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda piştî hilbijartinan Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Herêma Kurdistanê wekî herêmeke destûrî li çarçêweya Iraqê da heye, Herêma Kurdistanê xwazyarê eweye wan hemû kêşeyên heta niha mane û hene bi guftûgo û li ser masa guftûgoyê li gel Bexda bê çareser kirin. Berê jî Herêma Kurdistanê ew siyaset hebu, niha jî Herêma Kurdistanê ew siyaset heye. Herêma Kurdistanê dizanê hem maf û hem erk jî heye li çarçêweya Hikûmeta Federaliya Iraqê da, li vê çarçêweyê da Herêma Kurdistanê dixwaze wan kêşeyên mane û ew kêşeyên hene bêne çareser kirin. Ewê ji bo Herêma Kurdistanê girînge, aramiya siyasiya Iraqê gelek girînge, ez bawerim bi çareserkirina wan kêşeyên li navbera Bexda û Hewlêrê da hene, dikarin bigihin wan armancê ku armanceke hemû gelê Iraqê sûd jê dibînîn”.

Di derbarê bandora hilbijartinê li ser pêgeha Kurd li navçeyên kêşe li ser û vekirina baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê li wan navçeyane, rêzdar got: “Eve hengaveke dirust bû, hengaveke dirust bû ji ber ku her kes û hizbek li gor yasa mafê xwe heye bangeşeya hilbijartinê bike, ew hengave girîng bû ji bo bangeşeya hilbijartinê, lê belê babeta vekirina baregeha partiyek nîne li Kerkûk yan li cihên din, me maddeyeke destûrî heye ku li destûr da nivîsiye ew jî maddeya 140 e, Herêma Kurdistanê dixwaze li çarçêweya Iraqê da wê maddeya destûrî bi cîh bike, bi bi cîhkirina maddeya 140 ya destûr, ez bawerim hem aramiya li wan navçeyan zêdetir dibê û hem xelk jî zêdetir li hemû Iraqê xweşhal dibin ku bibînin kêşe hatibin çareser kirin”.

Di derbarê girîngiya rola Kurd li Bexda û hilbijartinên paşerojê ya Herêma Kurdistanê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: ” Gelek girînge Kurd yekgirtî bê û pêgeha li Iraqê bihêz bê. Kurd wekî neteweyeke serekî li Iraqê da dijî, ji bo wê yekê rola Kurd piştî sala 2003 li Bexda gelek girîng buye û em dixwazin vê rolê neku tenê ji bo Herêma Kurdistanê bê, pirs tenê Herêma Kurdistanê nîne, dixwazîn rola xwe bibînîn ji bo başkirina rewşa Iraqê bi giştî neku tenê Herêma Kurdistanê. Ewê nûnerên me li Bexda dikin tenê ji bo Herêma Kurdistanê nabê, belku hewla xwe ya ciddî li hemû aliyek ve didîn heta rewşa hemû Iraqê baştir bibê, rewşa gelê Iraqê baştir bibê û ji wan êşên niha têda ye bi hêviya xwedê derbiçê. Ewê din, belê hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî têne encamdan û hê jî ew dem maye, lê belê bêguman hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî wekî wê yekê li yasada heye, li Herêma Kurdistanê jî bê bi cîh kirin”.

Back to top button