CivakRojev

Posterên Necmedîn Kerîm li Kerkûkê hatin rakirin

Berdevkê malbata parêzgarê rewa yê Kerkûkê, dr. Necmedîn Kerîm dibêje, aliyekî kurdî daxwaz kiriye wêne û posterên Necmedîn Kerîm yên ku li Kerkûkê hatibûn daliqandin, bên komkirin!

Parêzgarê rewşa yê Kerkûkê, dr. Necmedîn Kerîm roja 31 Cotmeha îsal ji ber nexweşiya mêjî li Amerîka koça dawî kir. Piştî wefata wî, beşek ji xelkê Kerkûkê wêne û posterên wî bi dîwar û daran ve daliqandin û hevxemiya xwe bo koça dawî ya wî mirovê niştimanperwer nîşan dan. Lê ew wêne û poster ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin komkirin.

Li ser vê mijarê, berdevkê malbata dr. Necmedîn Kerîm, Karox şehîd Rizgar ji BasNewsê re got, termê dr. Necmedîn dê roja 5 vê mehê ji Amerîka bigihê Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê bi awayekî demkî were veşartin.

Karox şehîd Rizgar her wiha got, wêne û posterên dr. Necmedîn li ser daxwaza aliyekî kurd hatine komkirin. Ji ber ku dr. Necmedîn digot Kerkûk hatiye dagîrkirin.

Ofîsa dr. Necmedîn Kerîm beriya niha gotibû, li ser wesiyeta wî, termê wî dê bi awayekî demkî li Hewlêrê were veşartin. Her gava Kerkûk hat rizgarkirin, dê termî wî li zêda wî û li Kerkûkê were veşartin.

Back to top button