Polîtîk
Pompeo ligel Serok di civînê de ye
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo gihîşte Herêma Kurdistanê û bi Serok Mesûd Barzanî re dets bi civînê kir.
Li gor agahiyan, piştî ku Pompeo bi rêya Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê, civîna wî û serok Barzanî li bajarokê Pîrmamê yê ser bi Hewlêrê ve dest pê kir.
Biryar e, Wezîrê Derve yê Amerîkayê piştî civîna li gel Serok Barzanî, li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî bicive.
Mike Pompeo berî ku serdana Herêma Kurdistanê bike, çûbû Bexdayê û bi Srokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hevdîtin pêk anîbû.