Cîhan

Pompeo: Îran zanyariyên derbarê Coronayê vedişêre

Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka ragihand Îran bi qesta zanyariyên di derbarê haletên Corona vedişêre.

Li civîneke rojnamevanî ya li Washingtonê Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka ragihand, wiha diyare Îran zanyariyên hûr ya di derbarê haletên Coronayê li welatî vedişêre.

Her wiha got: Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka vê babetê girîng dibînê, ji ber ku hejmareke zêdeyê welatên dewruber bi sedema geştiyarên Îranê ve virusa Corona hatiye veguhestin.

Heta niha 6 welatên Erebî li rêya 27 geştiyarên Îranî ve virusa Corona veguhestine.

 

Back to top button