CîhanRojev

Pompeo: Çîn aramî û asayişa Rojhilata Navîn têk dide

Çîn bingeha serbazî li nav axa Îranê dadimezrênê û Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka îro yekşem ragihand: Çûna Çînê ya li nav axa Îranê aramî û asayîşa rojhilata navîn têk dide.

Wezareta Derveyê Amerîka daxuniyeke Pompeo veguhestiye û dibêje: Çûna Çînê ya li nav axa Îranê, aramiya rojhilata navîn têk dide.

Wezîrê Derveyê Amerîka da zanîn ku eger Tehran hêla destkeftina çek û pereyê ji partiya Komunista Çînê dest bikevê, wê demê navçe dikevê metirsiyê.

Meha derbasbûyî Mihemed Cewad Zerîf tekez kir ku welatê wan rêgiriyê li Çînê nake û her welatek eger bixwaze bi awayeke eşkere her beşeke axa Îranê bikarbîne.

Ew daxuyaniya Zerîf piştî ewe hat ku raporên rojnamevanî eşkere kirin ku Tehran û Pekîn rêkeftine, Çîn bingeha serbazî li nav axa Îranê dabimezrênê.

Back to top button