Polîtîk

Platform: Sertac Bucak hukukiyeta xwe winda kiriye

Li Batmanê hinek dezgehên Platforma Demokratên Kurd civînek pêkanîn . Di encama civînê de daxuyaniyek ji bo raya Giştî hate ragihandin.

Ev jê deqê daxuyaniyê ye.

 

Ji BO RAYA GİŞTÎ

Bingehê PDK, Rêxistina Cwanên PDK, Komîteya Dîsîplînê, endamên Desteya rûspiyan û nûnerên Platformên deverî yên Platformên Demokratên Kurd di roja 12/10/2014an de li Batmanê civiyan.

Civinê rewşa awarte li Kurdistanê nirxand, û li ser lezgînî û giringiya xurtbûn û mezinbûna PDK tekez kir, da ku ji rewşa xetimandinê, derkeve û li Bakurê Kurdistanê bikaribe bibe aktorekî siyasî yê giring. Her ji bo vê armancê, piştî kongereya 10ê, pir hewldan hatine kirin, lê bê encam man. Disan bi hêviya ku çareke din, ji bo ev xetimandin bihête dîtin, Meclisa PDK, di rojên 29-30/8/2014, li Amedê, civiya, li ser gelek babetan nîqaşkir, nexasime li ser avakirina Partiya legal rawestiya.

Li gora biryara kongreya 10ê, damezirandina partiya legal di hundurê şeş mehan de, yan vê biryara Kongreya 10ê bi cîh bîne, yan jî tarîxa kongreya PDK bi pêş de bîne. Brêz Sertaç Bucak, hemû pêşniyar redkirin. Di dawiyê de, li ser pêşniyara navbûrî, Meclisê bi tevahiya dengan, biryar da ku di rojên 7-8/10/2014 de, konferansek bihête li darxistin. Mixabin Brêz Sertaç Bucak, bi bêdestûrî ev biryar jî betal kir.

Civîna 12/10/2014an, li Batmanê li ser birêvebirin, demokrasiya nav PDK, bi hurgilî rawestiya. Piştî devjengiyên dûr û dirêj, gihîşt wê baweriyê ku xebata Platforma Demokratên Kurd xetimîye û rêvebirin nema dikare ew kar û barên ku Kongreya 10 ê ji bo wan biryar girtibûn bi cîh bîne, Rêvebiriya bi Destê Serokatiyê ku tu rê û rêbazan nasnake, xebata Platforman xetimandiye.

Ger em li ser hin xalên xetimandinê rabiwestin, civînê bi yekdengî kêmaniyên hin xalên li jêr rêzkirî tesbît kir:

• Biryara Kongreyê ya legalizekirina PDK nehatiye bicîhkirin û ji bo pêkanîna vê biryarê tu hêvîyeke berbiçav jî xuya nake.

• Ew helwestên di hilbijartina Serokkomariya li Turkiyeyê û berfirehbûnên li Kobanîyê ku bi navê PDK hatine diyarkirin ji hest û helwestên PDK bidûrketî ne.

• Ji aliyê polîtîk ve rewşeke nelihehkirî li ortê ye. Polîtîkayeke bi serê xwe, ya ji derveyî agahî û biryarên Rêvebiriyê bi derdora xwe yî teng re, spontane, bi xeta me ya neteweyî re nelihevkirî berdewam e. Bi ser de demokrasiya bav PDKê ji ortê hatiye rakirin.

• Di warê aborî û malî de, zelalî heta ji bo Rêvebirî û Meclîsa PDKê re jî veşirtî ye, ne di control û programkirina tu organan de ye.

• Ji aliyeki din ve, li şûna nûbûn, vejin û berwedana sivil û demokratik, disa figurên ku ev Parti bi salên dirêj di bin bar û gumanên gran de cih lê teng kiribûn, bê desturî bûne endezyarên siyasî, listik û awayên manipulekirina siyasî disa xistin rojeva PDKê.
Ev numuneyên li jor rêzkirî, ji bêdestûrî û astengiyên ku berêz Sertaç Bucak bikar têne beşekî kêm in û rê li ber mezinbûn û xurtbûna PDK digire û dixetimîne. Ji civîna yekemîn ya Meclisê heta nuha, bi dehên caranb navborî, destûr, îradeya giştî ya kongreyê, biryarên Meclisê û Rêvebiriyê binpêkirîne û hê jî dewam dike.

Di van 19 mehên buhurî de, piştî Kongreya 10ê, pir hewldan hatin kirin da ku Brêz Sertac Bucak, rûmeta destûrê û îradeya PDK bigire, dest ji xetimandina wê berde. Civîna Batmanê ku yek ji van hewldanan e, nerazîbûna xwe liser vê rewşê, diyar kir û biryar da ku heyetek (Komîteya Dîsîplînê) careke din bi Birêz Sertac Bucak re, bicive jê bixwaze ku rûmeta biryarên Meclisê û Rêveberiya PDK, îradeya kongreyê û destûrê bigire, bes bibe asteng ji bo çare û projeyên xurtkirin û mezinbûna PDKê. Navborî ev daxwaze jî redkir.

Li gora rewş û sedemên li jor hatine diyarkirin û hemi hewldanên bê encam, Em gihaştin wê baweriyê ku Bréz Sertac Bucak meşruyeta xwe ya sîyasî, huqûqî û rêxistinî wenda kiriye.

18/10/2014
İnisiyatifa Bingeha Platforman

Back to top button