PKKê bi salan e ciwanên Kurd dixapîne!

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê da xûyakirin ku; Divê berpirsên PKKê û çekdarên wan rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigirin.

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê di daxuyaniyekê de bersiva endamê reveberiya PKKê Mustefa Karasu da. PDK dibje: Malpera (Rojnews) a PKKê çend daxuyaniyên Mustefa Karasu bi navê Endamê Konseya Rêveber a PKKê belav kirin. Daxuyaniyên Navborî, wek daxuyaniya hevalê wî Duran Kalkan yê berî hefteyekê ne, hemû xapandin û guhartina rastiyan û hewla xapandina raya giştî û gelê Kurd û Kurdistaniyan e.

Berdewamiya daxûyaniyê de dibêje:Karasu wek hemû berpirsên PKKê, dixwaze revîna PKKê bo Herêma Kurdistan, şerfirotana bi Pêşmerge, hêzên ewlehiyê û dezgehên Herêma Kurdistanê û yasayên wê, bi nakokiyên navxweyî û şerê xwe û Partiya Demokrat a Kurdistanê bi nav bike! Ev xapandin û berûvajîkirina rastiyane, naskirina mebestên PKKê ji van xapandinan, zîrekiyeke ewqas naxwaze. PKKê bi salan e ciwanên Kurd bi navê mafên Kurd û Kurdistanê ji rê dibe û ji bo armanca îdolojiyeke entîka de, şerê xwe bi wan dikin û wan didin kuştinê. PKK ji cîhanê re xuya dike ku ew hewl ji bo demokrakîtkirina Rojhilata Navîn didin û baweriya wan bi mafê netewî û xaka bi navê Kurdistanê nîne, lê dema tên pêş çekdar û malbatên wan, wê demê bi zimanê Kurdî behsa netewebûn û xebata netewî dikin.

PDK dibêje : Berpirsên PKKê û hemû cîhan dizane ku hebûna PKKê li ser xaka Herêma Kurdistanê, bûye perdeyeke neşîrîn ji bo dagîrkirina nerewa, wek tê zanîn jî take rê ji bo nehîştina vê perdeyê li ser vê nerewatiyê, nemana PKKê li wan cihan e û dawîkirina şerfirotana bi xelkê Herêma Kurdistanê ye. Divê berpirsên PKKê têbigihin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo tevger û guhartina cihên hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê, moletê ji ti alî û kesekî wenagire û divê PKKê rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigire.

Nerîna min :