PKK welatiyan bike mertal bila ji Kurdistanê derkeve
Parlamentera Kurdistanê Heyat Mecîd Perxî dibêje, divê serokê parlamentoyê parêzgariyê rêrewa peydakirina jiyana xelkê bike. Herwiha tekez kir ku ti hêz û aliyekî siyasî mîna Serokatiya Herêma Kurdistanê hewla derxistina PKKê ji lîsta terorê nedaye. Wê parlamenterê got ku bêrêziya alîgirên PKKê li hember hêmayên Kurdisranê, bêrêzî ye li hember welatiyên Herêma Kurdistanê.Heyat Mecîd Perxî, Parlamentera Kurdistanê bi rêya malpera KDP.info berê xwe da Serokatiya Palamentoya Kurdistanê û ragihand: “Divê serokê parlamentoyê parêzgariyê rêrewa peydakirina jiyana xelkê bike. Gerek herî kêm karê teqandina boriya Herêma Kurdistanê ji aliyê PKKê şermezr bike.”Perxî wiha got: “Ti hêz û aliyekî mîna Serokatiya Herêma Kurdistanê û PDKê hewla derxistina PKKê ji lîsteya terorê nedaye ku PKKê bi xwe jî bo wê yekê kar nekiriye, lê bi van reftaran ji aliyekî ve Herêma Kurdistanê şermezar dike û ji aliyê din ve navê terorê li ser xwe zêdetir kirin. Eger PKKê hêj welatiyan bike mertal û jiyana wan têk bide, divê Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji wan bike ku ji Başûrê Kurdistanê derkevin.”Wê parlemantera PDKê wiha got: “Bêrêziya alîgirên PKKê bo remiz û sembolên Kurdistanê, bêrêzî ye li hember welatiyên Herêma Kurdistanê.”