PKK û PYD şaş bûn
Parlementerê HDPê Altan Tan di derbarê derbasbûna Artêşa Tirk ji bo nava axa Sûriyê û bi taybetî Cerablusê de got, siyaseta Tirkiyê şaş e, û herwiha nêzîkbûna PKKê û PYDê ji rewş û siyaseta Sûriyê û Rojhilata Navîn re şaş bû. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Altan Tan di derbarê derbasbûna artêşa Tirkiyê ji bo nava axa Sûriyê û bi taybetî Cerablusê, ji Rudawê re eşekere kir,ku siyaseta Tirkiyê li hember Sûriyê şaş e, nêzîkbûna PKKê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji rewş û siyaseta Sûriyê û Rojhilata Navîn şaş xwend.Di berdewamiya axaftina xwe de, Altan Tan daxwaz ji tevahiya hêz û aliyên Kurdî kir ku li ser bingeheke nû dest bi siyastê bikin, û got heger şer li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam be, wê zerera wê hem ji bo Kurdan hebe hem jî ji bo Tirkan.Altan Tan anî ziman di şoreşa ,ku wek bihara Ereban jî tê zanîn, politikaya Tirkiyeyê ji serî heta binî xelet bû û wiha domand:“Îro em dibînin ku politikaya wê ya Suriyê jî têk çû, ji xwe ev yek ji aliyê Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş û gelekan ve hate eşkere kirin. Gelo niha çi dike? Niha jî xeletiyeke bi xeletiyekê dixwaze pîne bike ev jî xelet e, hêjayê gotinê ye ku mixabin PKKê jî PYDê jî siyaseta Rojhilata Navîn xelet xwendin û îro em dibînin ku polîtîkaya PYDê jî ya PKKê jî têk çû.Wana digot qey tê korîdoreke Kurdan çêbikin heta behra sipî û de Amerîka jî piştevaniya wan bike, lê hate dîtin ku ev yek nemeşiya,di roja îro de divê ku Tirkiye polîtikaya xwe ya Kurdan pistras bike û li hemberê vê yekê divê PKK, PYD, PDK,YNK bi kurtasî hemû beşên siyaseta Kurdî polîtikayên xwe yên Surî û Rojhilata Navîn dîzayn bikin û ji nû ve siyasteke rasteqîn biafirînin.”Altan herwiha diyar kir ku ew bi vê yekê bawer e ku di Suriyekê demokratîk de divê Kurd li Cezîrê (rojhilatê Feratê) bi garantiya mafê xwe yên demokratîk ji xwe re pergaleke ava biki û zirevantiya xwe û mafên xwe bikin û wiha pê de çû:“Li Tirkiyê jî divê ku şerê çekdarî were rawestandin û tekoşîn bi siyasetê were kirin, çereseriya van hemû pirsan bi ya min ev e. Heke ku di mesela şer de israr were kirin û Kurd ji xwe re xeyalan bibînin ev tenê dê kul û keserên Kurdan û Tirkan zêde bike, dê Kurd jî û Tirk jî ji vê yekê xisar bibînin.