Polîtîk
PKK û PYD rêgiriyê kirine ku şand neçe Amudê
Piştî nîvroya îro în 23.08.2013 şanda li ser daxwaza Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû vegeriya Herêma Kurdistanê û biryare li demeke nêzîk de raporekî hevbeş bidin Sekreteriyeta Kongreya Neteweyî ya Kurd.
Şanda derxistina rastiyan ya di derbarê komelkujî ya li Rojavayê Kurdistanê piştî nîvroya îro gihîştin Herêma Kurdistanê û endamekî şandê jî got: “Di derbarê şerê Serêkaniyê guman li cem me dirust bûye”.
Endameke şandê ragihand: Ji bo lêkolîna kuştina wan 7 kesê li demên derbasbûyî de ku li Amudê hatibûn kuştin, PKK û PYD rêgiriyê kirine ku şand serdana Amude bike.
Derbarê komkujiyê jî ragihand “PYD dibêje 70 kes hatin kuştin û hinek kesên din jî behsa kuştina nêzîkî 20 kesan dikin”.