Nivîsar

PKK û pêvajo

Pêvajoya li Tirkiye û Kurdistana Bakur destpêkirî piralî tê gotubêj kirin. Tirk, bi awayekî û Kurd bi awayekî vê pêvajoyê dinirxînin.

Daxwaziyên Kurdan zelalin , Kurd nasnama xwe dixwazin û doza mafên xwe yên netewî dikin. Hingê bi mercên wekhevîyê de bi hemî awayî amadene ku li gel Tirkan biratî bijîn. Dema mafên Kurdan yên siyasî wek yên Tirkan hebê ew yek dibe bingeha birayetiyê jî.

Lê Kurd ji aliyê xwe ve çikas behsa biratî, aşitî û wekheviyê bikin, dîtina civata Tirk jî gelekî girîng e. Gelo Tirk jî wek Kurdan biratiyekî li ser bingehê wekheviyê qebûl dikin yan na? Ev pirsa herî girîng e.

Ji aliyê din ve di vê qonaxê de li hevhatina Hukumetê û PKKê bi temamî pêkwerê û PKK ji dev çek berdê, gelek tişt têne guhertin. Bê guman herkesek van guhertina li gora xwe 
bi awek cuda dinirxîne. Li vê derê du xalên gelek girîng derdikevin pêşîya mirov. Du aliyên ji hev dûr vê pirsê ji perspektîfên cuda şirove dike.

Yek jê ew kurdên hêviya xwe PKKê ve girêdayîne, beşek ji wan dibêîjin; gelo ma dewletê çi daye Kurdan heta ku PKK bê qeyd û şert ji dev çekan berdide. Mirov li vê beşa civatê têdigihe, ji ber ku hêviyên wan ji PKKê hebûn û ji bo azadiya Kurdistanê pişgir û hevalbendên PKKê bûn. Ew niha encama dawî anîna şerê çekdarî dixwazin. Yanî çavrêyê li destxistina hinek  mafên netewî dikin.

Duyem ew kurdên ku tu cara bawer nekirine PKK doza mafên netewî yê miletê kurd dike. Ev beş divê gazinda ji PKKê nekê. Ji ber ku tu hêviyên wan ji PKKê û rebaza ku PKK li ser siyasetê dike tuneye. Her demî PKK bi awayek din nirxandine û heta gelek deveran de PKKê ji bo dest xistina mafên netewî wek astengek î dîtine.

Başe ew cihê hêviya mirov jê tunebê ji bo çi mirov gazinda jê bike? Bê guman her kurdek taybetî, siyasetmedar, partiyên siyasî, rewşenbîr û kesayetên kurd divê vê pêvajoyê bi kûrahî binirxînin û helwesta xwe bi awayek zelal deynin holê.

Lê ez na behsa nirxandina pêvajoyê dikim, behsa bê helwestiya beşek mezin di nav beşê duyem de dikim.

Di rastiya xwe de, kêm insan yan jî aliyê siyasî PKK bi awayekî  objektif nirxandiye û di vê derbarê de xwedî helwestek  zelalin.Tu gotina mirov ji wan re tuneyê. Mirov wek wan bifikire nefikire jî rêzê li helwest û dîtina wan digire.

Hukumet taybetî Ak Partî hewldide ku raya giştî ya Tirkiye ji bo vê pêvajoyê amade bike. Lê wan jî ev yek li ser bingehê ku, “ em tiştekî nadin Kurdan, tenê am dixwazin şerê çekdarî bi gotina wan (terorê) xilas bikin û demokrasiyekî pêkbînin ku herkes di têde xwe bibîne.“

Bê guman gavên Ak Partî tavêje, di dîroka Tirkiye de şoreşeke. Kesên vê yekê nebîne ne mimkine ku vê pêvajoyê jî bi awayek objektîf bikaribe binirxîne. Lê Gelo ev gavên tên avêtin çikas bi di derbarê destxistina mafên netewî de Kurdan tetmîn dike ev pirsek dine.

Hinek aliyên siyasî dibêjin, pirsa Kurd demokratbûna Tirkiye de tê çareser kirin. Başe heta pirsa kurd li gora pîvanên Kurdan, yanî ku heta kurd bi xwe nikaribin li ser çarenûsa xwe biryarê bidin mimkine demokrasiyek li Tirkiye pêkwerê?

Ev herdu pirs biheve girêdayî tê xuyakirin lê ne welêye. Du pirsên bi temamî ji hevudin cudane.

Çi bibe bila be, sekinandina şer dibe sedemê peydakirina zemînek erênî ku kurd bikaribin rêya diyalogê û metodên demokratîk doza mafên xwe yên rewa bikin.

19.4.2013
Dara Bilek

Back to top button