PolîtîkRojev

PKK û Heşda Şeibî Şingal kirine serbazgeh

Berpirsekî PDKê dibêje, Şingal ji aliyê çekdarên PKK û Heşda Şeibî ve bûye serbazgeh û roj bi roj jî rewşa wê xirabtir dibe.

Berpirsê navçeya PDKê li bajarê Şingalê, Hesen Miçî ji BasNewsê re got, rewşa Şingalê gelekî xirab û aloz bûye. Eger ev rewş berdewam be Şingal dibe Qendîla duyem. Ev jî dê ziyanek mezin bigehîne kurdên êzîdî.

Hesen Miçî her wiha got, Şingal ji aliyê çekdarên PKK û Heşda Şeibî ve bûye serbazeh. Li her derê Şingalê tunêl û serbazgehên veşartî çêkirine. PKK bûye pence şêr li Şingalê.

Wî berpirsê PDKê anî ziman jî, xelkê Şingalê li hêviyê ne rêkeftina Şingalê were bicîhanîn û got, xelk gelekî aciz bûne û dixwazin li bajar û warê xwe bijîn lê ji ber hebûna hêzên ne qanûnî, nikarin vegerin.

Hesen Miçî da xuyakirin, xelkê Şingalê daxwaz dikin hêzên Pêşmerge vegerin Şingalê da ku ew jî bikarin vegerin ser cih û warê xwe.

Back to top button