PolîtîkRojev

PKK û Heşda Şeibî riya Iraqê ji çekdarên DAIŞê re vekirine

Berpirsê PDKê li Şingalê Aştî Koçer ragihand ku beşek ji wan çekdarên ku ji sînorê Sûriyê tên nava axa Iraqê bi hinek pere çekdarên PKK û beşek ji hêzên Heşda Şeibî alîkariya wan dikin.

Aştî Koçer Berpirsê Şaxa 17 ya PDKê li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Şingalê ji çend aliyan ve aloz e, ji ber ku çend aliyên ser bi Heşda Şeibî û PKK destê xwe danîne ser Şingalê û nahêlin Hikûmeta Iraqê xwedî ti deselat be.”

Aştî Koçer wiha got: “Piştî aloziya zindana Xiwêran a Hesekê, metirsî zêde bûye, ji ber ku hinek hêzên ser bi Heşda Şeibî û çekdarên PKKê li sînorê di navbera Iraq û Sûriyê hêsankariyê ji bo çekdarên DAIŞê dikin ku derbasî nava axa Iraqê bibin. Beşek ji wan çekdaran hatine girtin û di zindanên Iraqê de ne û mikur hatine ku derbasî nava axa Iraqê bûne piştî ku hinek pere dane çekdarên PKKê û hinek hêzên ser bi Heşda Şeibî ve.”

Wî berpirsî PDKê wiha domand: “Eger rewşa Şingalê neyê başkirin, dê karesatên zêdetir çêbibin. Lewma hebûna wan hemû hêzên cuda li devera Şingalê wek bombekê ye û her demekê ew bomb biteqe dê karesat çêbibe û mixabin her ku diçe metirsî zêdetir dibin, lewma pêwîst e Hikûmeta Iraqê bi erkê xwe rabe.”

Back to top button