Nivîsar

PKK nexweşiyek e !

Wek gelek cara hatî gotin medya PKKê gelek bi zanebûn propagandeyên derew dike û dezenfarmasyonek gelek mezin û mixabin bi bandor belav dike. Gelek insanên bi kuratî siyasetê dikin bi van dezenfarmasyona dixapin , dikevin dûv siyaseta çewt a PKKê û şerê berjewendiyên netewî dikin.

Zanebûn yan ne zanebûn , ev helwesta PKKê zererek mezin dide tevgera siyasî ya xeta netewî û Kurdistanî. Ji bo vê rewşê mirov dikare behsa du xalên girîng bike.

Yekem; gelek kes û siyasetmedarên rêxneyan li siyaset û hinek kiryarên PDKê dikin û herweha ji hinek kiryarên ji beşek berpirsiyarên PDKê acizin, di cih de xwe didin aliyê siyaseta PKKê û dijitiya PDKê dikin. Di eslê xwe de ev kesayet û siyasetmedar ne alîgirên PKKê ne , lê ji acizîyan wan ji PDKê dihêle ew bikevin di xizmeta siyasetek xelet û şerê xeta netewî bikin.

Pêwiste ew kes bi awayek dilfireh rexneyan li PDKê bikin û dîtinên xwe bi awayek azad  bînin ziman. Divê ew dema rexna bikin bi gavên erênî hewlbidin ku PDK ji xeletiya xwe vegere. Lê dema ew ji aciziya xwe ji PDKê dibin hevalbendên PKKê dibin dijminek yê xeta netewî. PKK van kesan gelek baş tehlîl dike û wan bi zanebûn dike destikê siyaseta xwe ya çewt û wan li dijê tevgera Kurd û Kurdistanî bi kar tine. Dema PKK îşê xwe bi wan diqedîne jî pehînekî li wan dide û ew hêdî kêrî kesekî nayên û dibin kelemek di civatê de.

Duyem, dixweyê PKK ji aliyê piraniya Kurdan ve baş nehatiye tehlîl kirin û gelek Kurd yan rastiya PKKê nizanin , yan jî tişta PKK dike li gora hesabê wan yê rojane  ye û siyaseta PKKê bi kesayeta wan re digunce. Di medya PKKê de di vê pêvajoyê de behsa herî mezin , başûrê Kurdistanê û PDK ye.

Bê guman PKK gelek bi zanebûn êrîşê PDKê dike. DI bingehê xwe de PKK bi kesayeta PDKê re êrîşê xeta netewî û rêbaza serxwebûnê dike. Lê pêwiste ji berî herkesekî kadroyên siyasî yên PDKê bi vê yekê bighin û li gora wê jî tevbigerin.

Îro li tevahiya Kurdistanê de demana rêbaza dewletbûnê PDK ye. Taybetî serok Barzanî di rêya berbi serxwebûnê ve diçe di nava xebatek bi berhem  de ye, aloz bûna PDKê alozbûna xeta netewî ye. Ji bo vê yekê eger rexneyên me li PDKê hebin, bila mirov vê yekê bi awayak erênî bike hewlbide ku, kemasiyek hebe serast bibe.

Wek din helwestên çewt bê hemdî bê jî mirov dike dijminê doza xwe û mirov dibe rêgirê rêya dewletbûnê. Ji xwe armanca PKKê jî eve.

Ew tevgera ku ji aliyê welatên dagirker ve tê rêvebirin û berpirsên wê fermana xwe ji paytextên welatên dagirker digrin, û çepên Kemalistên Tirk di nawenda wê tevgerê de biryara didin ji zererê pêve tu feydeya wan ji Kurdan û ji welatên wan re tuneye.

PKK rêxistinek taşerone. Kurdê ku vê nebîne tu feydayê wî/wa ji neteweyê wan re tuneye. Di nava leptekî xelet de ne.

Partiyek mejî çepên Kemalistbin gelo dê çewe bikaribe ji bo berjewendiyên Kurda kar û xebatê bike?Îro herkesek baş dizane ku di nava KCKê de û di nava rêveberiya KCKê de zilamên dezgehê MIT a Tirkiye gelekin. Ev yek bi dadgeha de hatiye rojevê û navên endamên MITê di nava rêveberiya KCKê de di belgeyên dadgehan de hatine kifşkirin.

Heta gelek cara hinek rojnemevan behsa vê yekê dikin. Gelek rojnemevan îdiayên mezin di derbarê girêdana PKKê û dezgehên istixbarata Tirkiye, Îran Suriye û Iraqê dikin. Lê tu cara PKK bersiva vê yekê nade.

Ji aliyek din ve PKK kesên niştiman perwer di nava xwe de yan infaz dike wan dikuje, yan jî wan bi xiyanetê itham dike ku, da kesek guh nedê wan.

Mixabin PKK rastiyek a civata Kurde, rastiyek a tehrîbata siyasî û civakiye li Kurdistanê. Nexweşiyek mezine. Heta ku teşxîsa PKKê baş neyê kirin, dê ev nexweşî berdewam be.

Analîz/Rojevakurd

(N.Firat)

Back to top button