Vîdeo

PKK li Şingalê yekîneyên xwe di nav Heşdî Şeibî de organize kirine

Siyasetmedarê navdar yê Kurd Nizamettin Taş beşdarî bernameya “Basî Roj” a K24 bû û rexneyên giran li siyaseta PKK girt, wêrankirina Bakurê Kurdistanê ji alî hêzên dewletê ve, wekî encama siyaseta şaş a wê partiyê binav kir. Diyarkir, ku ew herêmên hatî werankirin girêdayî siyaseta hendekan û anîna şer nav bajaran a PKK, navendên welatparêziya Kurd bûn. Gava behsa niştimanperweriya Kurdistanê dihate kirin, ew cîh dihatin bîra mirov.Hebûna PKK di Şingalê de jî, Taş wekî metirsiyekê li ser deverê û tevayiya Kurdistanê nîşan da. Şingal wekî herêmek stratejîk a ku Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê li wir bi hevûdu ve girêdide binav kir. Got, ku “PKK li Şingalê yekîneyên xwe di nav Heşdî Şeibî de organize kirine. Heman demê tê gotin ku Heşda Şeibî derbasî hîn cîgahên Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî herêma Cezîrê bûye. Ev yek jî dihêle ku mirov bifikire Komara Islamî ya Îranê dixwaze bi vê reyê stratejiya xwe ya Hîlal a Şîa pêkbîne.”https://youtu.be/eEcWmpaojbQ

Back to top button