CivakRojev

PKK li çelakiya Enqere xwedî derket

PKK daxûyaniyekî ragihand ku, hêza wan ya bi navê Hêza Nemiran ev çalakî li drxistiye.

Rêxistina PKKê ya bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel daxûyaniyek ragihand û dibêje:

” Îro derdora saet 09:30’an de tîmek me ya girêdayî Tabûra Nemiran li dijî avahiya Wezareya Karên Hundir a Tirkiyeyê çalakiyeke fedayî pêk anî. Ev çalakî bi taybet di roja vekirina Meclîsê de, li cihekî nêzî Meclîsê, li dijî navendekî qetlîam û êşkenceyê hat kirin, weke ku dihat plankirin bêyî astengî pêk hat. Ev çalakiya fedayî gihişt armanca xwe ku hevreyên me yên çalakger bi tasfiyekirina nîzamiyeyê ketin hundur û bi serkeftî pêk anîn. Lê weke her carê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi bêhurmetiyeke mezin ji gel û raya giştî hejmara windahiyên di vê çalakiyê de bi awayekî rûşûştî diveşêre. Divê her kes bizane ku ger endamên Tabûra Nemiran bixwesta, dikaribû di saeta çalakiyê de guhertineke biçûk bikira û rê li ber encamên pir cuda vekiriba. Lê bi zanebûn tercîheke wiha nehat kirin, girêdayî armanca bingehîn man ku gihandina peyamên pêwîst ji bo cihên pêwendîdar û hişyarkirina wan bû.”

Berdewamiya daxûyaniyê de dibêje:

” Ev çalakiya watedar a lehengiyê ku bi taybetî di roja vekirinê ya Meclîsê de pêk hat, ji bo bîranîna fermandara me ya Amedê Axîn Mûş (Hulya Demîrer) ku demekê fermandariya Tabûra Nemiran kir û hevalên ku ji bi wê re şehîd ketin re hat diyarî kirin. Ev çalakiya mezin û dîrokî ji aliyê hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve hat pêkanîn. Em fedaiyên Apoyî yên nemir ên ku ev çalakî pêkanîn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em van têkoşerên qehreman û hemû hevrêyên ku keda wan di vê çalakiyê de heye, pîroz dikin û serketinê dixwazin. Em diyar dikin ku em ê piştre agahiyên berfireh ên nasnameya milîtanên fedayî û leheng ên Tabûra Nemiran ku ev çalakiya lehengî pêk anîn bi raya giştî re parve bikin û rêzdariya xwe pêşkeş dikin.”

Back to top button