Parlementerekî PDKê li parlementoya Kurdistanê dibêje, PKK nikare guleyekî li Bakur biteqîne lê amade ye li Herêma Kurdistanê her cure xirabkariyekî bike bo razîkirina dilê dijminên gelê kurd.
Parlementerê PDKê li parlementoya Kurdistanê, Seîd Herkî ji BasNewsê re got, PKK bo wê hatiye avakirin ku pilanên dijminan bicîh bîne. Ji xwe ji roja ku PKK hatiye avakirin, çi ji destê wê hatiye li dijî kurd û Herêma Kurdistanê kiriye. Çi ji destê wê hatiye bo lawazkirin û nehîştina statûya Herêma Kurdistanê kiriye. Lê bila PKK piştrast be Herêma Kurdistanê di destekî emîn de ye û ti carî ew xewna PKKê û axayên wê nahên cîh.
Seîd Herkî her wiha got, piştî ku devera Şingalê bi fermandehiya Serok Barzanî ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin, hedara dijminên kurd nema loma bi her rengî dijberiya kurd kirin, yek ji wan jî hîştina PKKê bû li Şingalê.
Wî parlementerê PDKê anî ziman jî, helbet sebeba serekî ya şer û alozî û derbideriya xelê Şingalê hikûmeta Iraqê ye çimkî heta niha ti gavek bo bicîhanîna rêkeftina Şingalê nehavêtiye.
Bi gotina wî parlementerî, PKK hêzeka kirêgirtî ye û her tiştekî dike bo têkdana rewşa Herêma Kurdistanê. Nikare guleyekî li Bakur biteqîne lê amade ye li Herêma Kurdistanê her şer û karekî terorîstî bike bo razîkirina dilê dijminên gelê kurd.