PKK ji alî hevalbendên NATOyê ve wek rêxistinek terorîst tê dîtin
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, diyar kir ku divê bi Tirkiyê re li hember rêxistinên terorê yên wek PKK paraztina xwe bikin û got: “NATO niha vê yekê dike”. Stoltenberg berî Civîna Wezîrên Karên Derve yê NATOyê, ku wê di 28-29ê Mijdarê de li Navenda NATO ya li Brukselê bê lidarxistin, agahî da rojnamevanan.
Stoltenberg, anî zimên ku “azadî û demokrasî mafên bingehîn in ku divê di tevahiya hevalbendiyê de bên paraztin. Ji bo endametiya Swêdê ya NATOyê ya girîng ew e ku hikûmeta Swêdê sozên xwe bi cîh anî. Di lûtkeya Madrîdê û paşê li Vilniusê de Swêdê soz da ku têkoşîna xwe ya li dijî terorê, hevkariya bi Tirkiyê re zêde bikin û qedexeyên hinardekirina çekan rakin”.
Stoltenberg, di derbarê endametiya Swêdê ya NATOyê de herweha got: “Niha dema wê hatiye ku Tirkiye pêvajoya endamtiyê temam bike. Ev geşedanek baş e ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan belgeyên pêwîst ji bo Meclisa Mezin a Tirkiyê şandin, ev karekî pozîtîf e ku Meclisa Tirkiyeyê dest bi nîqaşkirina van belgeyan kir. Hêvîdar im vê pêvajoyê di demek herî nêz de temam bikin”.
Stoltenberg bi bîr xist ku fikarên ewlehî û rewa yên Tirkiyê hene û wilo got:
“Ti hevalbendekî NATOyê bi qasî Tirkiyê rastî êrîşên terorê nehatiye. Ji ber ku komên terorîst êrîşî wan dikin bi fikar in. Divê em bi Tirkiyê re li hember komên terorîst xwe biparêzin. Niha NATO vê yekê dike. Di çarçoveya xebatên me yên dij-terorê de min koordînatorek taybet destnîşan kir. Em di pêvajoya nûjenkirina rênîşanên têkoşîna li dijî terorê de ne. Ev hem ji bo Tirkiyê hem jî ji bo tevahiya hevkaran girîng in. Swêd jî danûstendina xwe ya îstîxbaratê zêde kiriye. Hêzên wê yên ewlehiyê ji nêz ve bi hêzên ewlekariya Tirkiyê re zêdetir dixebitin.PKK ne tenê ji aliyê Tirkiyê ve, ji aliyê Swêd û hevalbendên wê yên NATOyê ve jî wek rêxistinek terorîst tê dîtin”.