Civak

PKK hêzên xwe ji Zîna Wertê vedikêşe

Fermandeyekê Pêşmergeyên Kurdistanê diyarkir ku serdana devera Zîna Wertê kiriye û rewş ber bi aramiyê ve diçe û Hêzên PKK amadekariya vekişana xwe ya deverê kiriye.

Lîwa Behrem Arîf Yasîn Fermandeyê Fermandeya Helgurd ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li ser pêşhatên dawî ya li devera Zîna Wertê rû didin, îro roja şemî 18ê nîsan eşkerekir ku serdana deverê kirine û serdana Lîwa hevbeş ya ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê‌ û Hêzên Heftê kirîne, hêdî hêdî rewş ber bi aramiyê ve diçe. Rewşa deverê bi wî rengî nîne wekî li ragihandinê da tê behskirin. Hikûmet û Serkirdayetiya Kurdistanê li ser hêle û serpêhatiyên me gelek ji wê yekê mezintirin tişteke biçûk bigehe wê asta encamên nebaş jê derkevin.

Lîwa Behrem Arîf Yasîn zêdetir got: (Çûna Lîwa Wezareta Pêşmerge ya ji bo Zîna Wertê ji bo pêkanîna ewlehî û asayîşa deverê‌ bûye û paşê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê jî hejmarek ji hêzên Heft bi dûriya 500 metran ji Lîwa Hevbeşa Pêşmerge li deverê bi cîh kiriye. Her wiha got: Me serdana her du hêzan kirîne û me daxwaz ji wan kiriye divê temamker û piştevanên hevbîn û parastin û emnahiya deverê divê bête parastin û hêzên Heft jî xwastin du berekî dirûst nebê û divê hemû Pêşmege alîkarî hevdû bin, şewba Korona heye û divê xelkê xwe biparêzîn û rênimayiyên Wezareta Tendirustiyê û Navxwe di navbera hemû bajaran de bi cîh bînîn.

Lîwa Behrem Arîf wê yekê jî eşkere kir ku ji doh ve Serkirdayetiya PKK amadekariyên vekişanê kiriye ji deverê, dibe ku wan jî hizra dirustbûna şerekî li deverê metirsî zaniye ku bibê egera metirsiyê ji bo sînor û navçeya Qendîlê û li cografya Herêmê‌ da bi tenê Hikûmeta Kurdstanê desthilate şerî heye ku her cihekê pêdivî bû ji bo aramî û parastina xelkê Kurdistanê dê hêz bişîne. Her wiha destêwerdan ji çi kes û aliyên derekî nayê wergirtin ji bo parastina xelk û axa Kurdistanê.

Back to top button