PKK êrîşê hemû kurda dike
Li ser kuştina du endamên HUDA-PARê ji aliyê HDPê ve li devera Hezexê, serokê giştî yê HUDA-PARê Huseyin Yilmaz konferansek çapeniyê li darxist û behsa kuştina du endamên partiya xwe kir.Yilmaz da xuyakirin ku her carê ew temenî dikin ku ev bûyera dawî be û got: Lê dê heta kengê emê vê bêjin. Nabê sebra me nemînê. Ew kesên pirsgirêkek sivik de destê xwe bavêjin çeka,tu feyda wan nadê civakê. Ev zihniyet tu feydeyê nadê ku kurd di nava aşitiyê de bijîn.Yilmaz berdewamiya axavtina xwe de got:“Ne bi tenê êrîşê me dikin. Ji rojava PDKS û partiyên yên kurdî sergom kirin, hinek ji wan kuştin. Ji berî çend roja êrîş birin ser PDKÎ du pêşmergeyên wan qetil kirin. Li Iraqê hemû cureyê heqaretê li PDKê û serok Barzanî dikin. Eger tenê êrîşê me bikin emê bêjin belkî xeletiyek me hebê. Lê ev êrîşê her kesekî dikin. Li Bakur şerê hemû hez û aliyên siyasî dikin..Ji bilî hinek çepên marjînal û grubên ji derê nirxên civakî kêşeya wan li gel herkesekî heye. Problema wan li gel hemû partiyên kurda heye. Divê vê zihniyeta xwe biguherin.û xwe serast bikin.“