Nivîsar

PKK êrîş dike“akilmend!“ behsa şerê “birakujî“ dikin..

Eve demek dirêje ku PKK li gel PDKê û di kesayeta PDKê de li gel başûrê Kurdistanê di nava şerekî medyatik de ye. Piştî li hevhatina hukumeta Iraq û hukumeta Kurdistanê di derbarê Şingalê de şerê ku PKK li dijê PDKê rêve dibe bi awayekî kete di warê praktikê de.

PKKê êvara 8ê Cotmeha 2020an, Berpirsê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Salih Alîxan li gundê Bêgdawda şehid kir. Herî dawî çekdarên PKKê li nahyeya Çemankê êrîşê hêzeka pêşmergeyan kir  du pêşmerge birîndar bûn yek jî şehîd bû.

Di bingehê xwe de dema PKK bi medya xwe û daxûyaniyên reveberiya xwe êrîşê PDKê kir gerek helwesta pêwist bihata standin û raya giştî ya Kurdistanê bikaribiya rê li êrîşên PKKê bigirta. Lê mixabin helwesta hinek aliyên siyasî û bê dengî û bê xemiya gelek siyasetmedarên kurd behtir rêya êrîşên PKKê vekir.

Niha jî herkes bi awayekî behsa “şerê birakujî“ dike. Îro gotin û şîretên bê wate ne çareseriye. Gelek siyasetmedar û aliyen siyasî hewl didin di aloziyan de xwe bidin pêş û siyasetek popûlist rêve bibin û ji alozîyan nanekî bixwin. Mixabin Medya girêdayê PKKê vê yeke gelek ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û vekirî şerê PKKê li dijê PDKê û dezgehên rewa yên başûrê Kurdistanê geştir dike.Medya PKKê bi dezenfarmasyona sere xelkkekî tevlî hev dike û bi derewên xwe bandorê li helwesta gelek kesan dike.

Herweha beşek medya başûrê Kurdistanê jî bi egera dijitiya PDKê pişgiriyekî dide dezenfarmasyonên medya PKKê. Gelo li himber van dezenfarmasyon û nûçeyên derew medya ku li ser PDKê ve tê naskirin  erka xwe ya medyatik pêktîne yan na? Ev yek cihê pirsêye. Gelek caran medya PDKê zanebûn yan ne zanebûn dikeve di nava leyiztikên PKKê de û heta radeyekî propaganda wan dike.

Gerek baş bê zanîn û kesek xwe nexapîne. KCK, HDP, KNK, KCD,DBP û gelek dezgehên din hemû PKK bi xwe ne. Lekolin, Ozgur Politika, ANF û bi dehên malper rojname û kanalên PKKê hene.Dema pêwist PKK van dezgehan hemû yê bi kar tîne û hemû jî fermana xwe ji yek nawendê digrin û li gora wê jî tevdigerin.

PKK di daxûyaniyên xwe de vekirî êrîşa li dijê pêşmerge wek çalakiyek serketî dide xûyakirin û dibêje ev gavek e ku bala PDKê dikşînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, di daxuyaniyekî de bi fermî piştrast kir ku hêzên wan li sînorê bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê, “2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.”

Di rastiya xwe de taybetî di vê qonaxê de, kesek naxwaze aloziyek li herêma Kurdistanê derkeve. Desthilatdariya Kurdistanê di nava xwe de wek hemû cihanê li himber nexweşiya Koronayê di nava tekoşînekî de ye. Kurdistan ji bo destkeftiyên başûrê Kurdistanê biparêze di nava berxwedanekî de ye. Di vê qonaxê de zedekirina aloziyan û şerê li dijê Pêşmergeyan bi tene tiştekî tê nav kirin, Xiyanet.

Gelek aliyên siyasî di derbarê vê êrîşê de dîtinên xwe gotin û piranî ev êrîş şermezar kirin. Lê hinek alî wek ku tiştek nebûye behsa şerê nava kurda dikin. Behsa “birakujiyê“ dikin.

Taybetî aliyên wek KCD, HDP û Tifaqa kurdistanî li bakurê Kurdistanê daxûyaniyên bê wate dertêxin. Behsa bûyera qirêj nakin, nabêjin PKKê ji bo çi êrîşa pêşmerga dike. Tenê gotinên qelew û vale dibêjin. Ew nikarin tu rolekî bileyzin. Ji ber ku ew terafin û havalbendê siyaseta qirêj a PKKê ne.

Li başûrê Kurdistanê PKK şerê desthilata Kurdistanê dike, şerê destkeftiyên netewî dike. Kurdistana Başûr gav bi gav ber bi dagirkirina dewletên herêmê ve dibe. Dibe sedemek bingehîn Îran û Tirkiye têxe di nava axa Kurdistanê de. PKK ji bo rêya serxwebûna Kurdistanê bigre êrîşê PDK û Barzanî dike.

Hinek aliyên siyasî û siyasetmedarên ku xwe akilmend dihesibînin tene ji bo li dijê PDKê ne pişgiriya PKKê dikin. Ew nabînin ku PKKê ew bi xwe ji nav birine û bê ehtubar kirine.

PKK projeyek a dewletên dagirker e û gerek li gora vê helwest bê nişandan. Nabe tene ji bo hinek berjewendiyên kesayetî yên basit siyasetmedar bibin şirîkê bê ehlakîyên PKKê.

Nüce/Analîz

N.Firat

Back to top button