Civiknas Çsmail Beşîkçî di derbarê êrîşên çekdarên PKKê li himber pêşmergeya ji K24ê re axivî.

Li himber êrîşên PKKê yên li dijê Pêşmergeyên Kurdistanê, zanyar û civaknas Îsmail Beşikçî jî daxûyaniye da û got:Ewa PKK li dijî Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dike, qebûlnekirina Hikûmeta Kurdistanê ye. Ew dixwaze statuya Herêma Kurdistanê ji nav bibe. ji sedsala borî ve komplo û pîlanên navdewletî li dijî gelê Kurdistanê tên danîn û êrişên PKKê li dijî Pêşmerge jî, beşek ji wan komplo û pîlanên navdewletî yên li dijî Herêma Kurdistanê ne.

Beşîkçî da xûyakirin ku; PKK li dijî dewleta Kurdî ye û ji bo berjewendiyên welatên herêmê, dijîtiya her hewlekê ji bo avakirina dewleta kurdî dike.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Beşîkçî dibêje:ji ber ku PDK partiyeka serxwebûnxwaz e û rêbertiya referanduma serxwebûna Kurdistanê kir, berdewam rastî êrişa PKKê tê.PKK piştevaniyê li mafê dewletbûna Filistînê dike, lê li dijî dewleta Kurdî ye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: