PKK dixwaze Şingalê ji Kurdistanê cuda bike
Eve demeke li ser rewşa derketina çekdarên PKKê ji Şingalê gotubêjin cuda hene.Wek tê zanîn 9ê Octoberê hukumeta herêma Kurdistanê û hukumeta federalî ya Iraqê ji bo Şingalê li hevkirîbûn û gihatîbûn rêkeftinekî.
PKKê li himber vê li hevhatinê derket û li dijê vê yekê dest propagandeyên derew kir û li hinek deveran li dijê vê lihevhatinê çalakî li darxistin.
Roja 20 ê mijdarê hukumeta Iraqê daxûyaniyek ragihand û ji bo cihbicihkirina peymana navbera herdu hukumetan de hêzek polisên federal rêkir navçeya Şingalê.
Dan xûyakirin ku çekdarên PKKê di nava Şingalê de baregehên xwe vale kirin û rasdestî hêzên hukumeta Iraqê kirin. Lê di vê derbarê de agahdariyên cuda hatin û li gora hinek agahdariyan çekdarên PKKê bûne beşek ji hêzên Iraqî.
Di vê derbarê de berpirsê PDKê yê Şingalê Qadir Qaçax agahdariyêk cuda da û got: Niha jî çekdarên PKK li nava Şingalê di nava baregehên xwe de ne. Hinek çekdarên wan li nava Şingalê xwe di tonêlan de veşartine. Niha mezintirîn navenda polîsan li nava Şingalê di destê PKK de ye. Ew kesên ku navê xwe kirine asayiş li Şingalê, hêj hemû li Şingalê mane û hinek ji wan xwe kirine Heşda Şeibî û hinekan xwe kirine polîs û artêşa Iraqê. Tişta ku tê gotin li Şingalê ku qaşo PKK ji Şingalê derketiye, ji bo propagendeya hilbijartinan e û dixwazin xelkê Şingalê vegerin Şingalê, û dixwazin ereb xwe li Şingalê hilbijêrin û ew bibin nûnerê Şingalê. Heya nûnerên Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanêb bi hevre pêngavên rêkeftina Şingalê cîbicî nekin, baweriya me bi wan propagendeyan nayê û divê ew hêz ji Şingalê derkevin.
Berpirsê YBŞê li Şingalê Halil Murad jî daxûyaniyek da û dibêje: Em dixwazin li Şingalê bimînin û bibin beşek ji hêzên hukumeta Iraqê.Me ev daxwazî ji hukumeta Iraqê kiriye. Hêjmara çekdarên ku tevlî hêzên Iraqî bibin 700 kesin.
Di rastiya xwe de wek gelek cara hatî gotin çekdarên PKKê li Şingalê beşek ji Heşda Şeibî bûn, û heta hemûyam miaşên xwe ji hukumeta Iraqê werdigirtan. Niha jî hukumeta Iraqê dixwaze vê statuya çekdarên PKKê biparêze û di bin navên din de wan bi temamî xwe ve gire bide.
Têzanîn ku heta çekdarên PKKê di bin navên cûda li Şingalê xwedî desthilatekî bin, xelkê Şingalê zû bi zû venagere li ser cih û warên xwe.
PKK dikare li gel hemû aliyekî li hevwerê ji bilî aliyên Kurdistanî. Ji bo vê yeke jî di pirsa Şingalê de êrîşê PDKê dike û xwe dispêrê hêzên Iraqî. Armanca PKKê ewe ku hukumeta Kurdistanê lawaz bike û heta demekî xwe bi awayekî di nava hêzên Iraqî de weşêre.
Gelek eşkereye ku çekdarên PKKê li deverê beşek e ji hêzên dagirker. Ev yek û rewşa PKKê li herêmê baş tê zanîn. Lê mixabin herkesek bi awayekî çavê xwe ji vê rastiyê digire. Bê dengî û bê helwestî hesabê gelek aliyên siyasî tê. Lê xeteriya çekdarên PKKê li herêmê ewe ku, astenga herî mezin di rêya dewletbûna Kurdistanê de çêdike.
Armanca PKKê ewe ku nehêle devera Şingalê bikeve di bin desthilatdariya hukumeta Kurdistanê de. Da ku Şingal ji Kurdistanê cuda bibe.
6.11.2020
Nûçe/Analîz
Rojevakurd