PKK dixwaze prosesa Oslo destpêbike
Li gora nûçeya kovara Aksiyonê berpirsên PKK-ê li Brukselê hatine ba hev û dixwazin cardin pêvajoya Oslo berdewam bikin. Herweha Murat Karayilan bi xwe jî tevlî vê civînê bûye.
Di vê dema ku tundî û tujî berfireh dibe û ji aliyekî ve berpirsên PKK-ê ji xelkê dixwazin ku dezgehên hukumetê nasnekin û serî hildin, ji aliyek din ve berpirsên PKK-ê li gel MIT-ê hevdîtina pêktînin.
Tê gotin ku civîn ji aliyê siyasetmedarê Norvecî û çavderê civînên Oslo û parlementerê Norvec yê yekitiya Avropa Lars Liz ve hatiye organîze kirin. Ji aliyê PKK-ê ve Murat Karayilan, Mustafa Karasu, Remzî Kartal, Adem Uzun û Zubeyr Aydar amade bûne.
Herweha tê îdia kirin ku, hinek kesên ku Amerîkanî jî di civînê de amade bûne. Yek ji wan kesek di Nato yê de kar dike û navî wî Jack Crans û Tomas Goellner e. Di civînê de ji bo çareseriyê pêşniyar hemî hatine amadekirin ji bo cardin civîn li Oslo pêkwerin û prosesa Oslo ji nû ve destpê bike.
Di civînê de hinek pirs raberî heyeta PKK-ê kirine û dixwazin PKK bersiva van pirsan ji berî destpêka pêvajoya Oslo bide.
Li gora kovarê ev pirs ji heyeta PKK-ê hatine kirin.
Hun heta çi redeyê temsila miletê kurd dikin?
We heta niha li gel kî hevdîtin kirine?
Ji bo li hevhatinê mercên ku we amade kirên hene?
Ew kesên ku tundiyêdiparêzên dê Uzlaşmakheta çi redeyê guh bidin we?
Bê ku hun tundiyê karbîninhun dikarin bazariyê bikin?
Dê rêxistin izin bide ku, çekdar ji çîya werin û berpirs herin welatekî?
Wê berpirsên rêxistinê qebul bikin ku, çekdarên PKK-ê qinaxa yekem li Kurdistana Başûr cih bibin û pişre vegerin Tirkiye?
Şûna xeseriya demokratik, guhertina qanuna di derbarî îdareyên mehalide têrê dike?
PKK di heta çi demîji dev çekan berde?
Di nav rêxistinê de kesek ku bikaribe biryarê bide û xwedî soz be heye?