Pisporekî qanûnên navdewletî dibêje, PKK bi xwe di lîsteya terorê de ye ji ber wê jî nikare xelkê Herêma Kurdistanê wek sîxur nîşan bide.
Çend roj berê PKKê dîmenên hinek welatiyên Herêma Kurdistanê belav kiribû û ragihandibû ku ew qaşo sîxurên MÎTê bûne û “li sûcên xwe mukir hatine”!
Pisporê hiqûq û qanûnên navdewletî, Aras Ebdullah li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, her karekî ku PKK li Herêma Kurdistanê bike binpêkirina qanûnên navdewletî û navxwe ye, ji ber ku hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê, binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.
Aras Ebdullah her wiha got, ne tenê hêz û rêxistineka biyanî belkî ti hêz û saziyeka navxwe ya Herêma Kurdistanê jî nikare bi serê xwe mirovan bigire. Ew karê qanûn û dadgehê ye. Ew karê ku PKKê kiriye, revandin e. Ev reftar li dijî qanûnên navdewletî ye. PKK nikare xelkê bi sîxurtiyê tohmetbar bike. PKK bi çi mafekî vê yekê dike!
Wî pisporê qanûnên navdewletî anî ziman, Herêma Kurdistanê dikare li dadgehên navdewletî gilî li PKKê bike û got, ji xwe PKK di lîsteya terorê de ye û karên han jî dikevin çarçoveya terorê. Ji ber wê jî ti mafekî PKKê nîne welatiyên Herêma Kurdistanê birevîne û wan wek sîxur nîşan bide.