Nivîsar

PKK, di Dewleta Federe ya Kurdistanê de xetertir dibe…

Hezar mixabin heta nûha pirsgirêke PKKê li Başurê Kurdistanê çareser nebû. PKKê dagirkeriya xwe ya li gundan, li Maxmûr, li Şengalê û gelek devrên Kurdistanê didomîne. PKKê nahêle ku gundî li gundên xwe çandiyê bikin.

Îbrahîm GUÇLU

Bi dehan salan e ku ez, gelek siyasetvan û nivîskarênên Kurdistanê ji hemû beşên Kurdistanê, xeteriya PKKê li hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî jî di Dewleta Federe ya Kurdistanê de dinivîsînin. Di derbarê vê pirsê de bala raya giştî Kurdistanê, bala hemû kurdên li dinyayê, bi taybetî jî bala desthilatdarî, hikûmet, serokatî, partiyên Başûrê Kurdistanê dikşînin û pêşniyarên xwe pêşkêş dikin. 

Dikarim bibêjim ku ji bona vê pirsgirêkê, ji bona statuya PKKê ya xeter li Başûrê Kurdistanê; 400 rewşenbîr, hunermend, nivîskar, siyasetvan, karmend, hiqûqzane  projeyek meşandin. Ez jî di nav de grûbek heval li ser navên wan 400 kesên navdar û hêja û qedirbilind, li Başûrê Kurdistanê bi serokatiya Meclîsa Kurdistanê re, bi Berpirsşiyarên serokatiya Dewleta Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta kurdistanê û partiyên siyasî yê Başurê Kurdistanê re danûstandin kir, pêşniyar pêşkêş kir û deglerasyonek  pêşqwazî kirin. Civînên çapemenî û telewîzyonan hat li darxaistin.

Hezar mixabin heta nûha pirsgirêke PKKê li Başurê Kurdistanê çareser nebû. PKKê dagirkeriya xwe ya li gundan, li Maxmûr, li Şengalê û gelek devrên Kurdistanê didomîne. PKKê nahêle ku gundî li gundên xwe çandiyê bikin. Ji gundiyan bac û xeraç digrin. Gundiyan direvînin li wan êşkence dikin û wan dikujin. Zarokên gundiyan direvînin, wan zarokan dikin leşker (gerîlla) û didin kûştin, an jî wan bi xwe dikûjin.

PKKê dibe sedem ku Dewleta Tirk li di nav axa Dewleta Federe ya Kurdistanê de operasyonan çê bikin, gund vala bibin, daristan bên şewitan û bên birîn.

PKKê, desthilatdarî, hiqûq, nîzama Dewleta Federe ya Kurdistanê nas nake û rewa qebûl nake.

Gelek caran êriş biriye ser hêza leşkerî ya Kurdistanê pêşmergeyan.

Ji bona Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake, ji dewletên kolonyalîst re taşeronî dike. Bi hezên dijminên Kurdistanê yên terorîst re (wek DAEŞê, Haşdî Şabî, Hizbullahê re) hevkarî û hevaltî dike.

LOMA JÎ PKK-Ê XETERTIR DİBE. DIBÊJE KU “EZÎDÎ NE KURD IN”…

PKKê,  ji bona ku Peymana Şengalê pêk nayê bi Haşdî Şabî re hevkar û hevalbend e. PKKê, ji bona ku li Şengalê dagirkerî û desthilatdariya xwe bideomîne karên gelek xeter û fikrên derveyî kurditî diparêze.

PKK û berpirsiyarên wan yên li Şengalê gelek aşkere diparêzin ku Şengal ne axa Kurdistanê ye û Kurdên Ezîdî jî ne kurd in.

“Berpirsên PKKê yê li Şengalê Seîd Hesen Xizir heta ku rejîma Seddam hilweşîyaye, ew hevalbendê Partîya BAAS û Saddam bû. Aniha di nava PKKê de bi kod navê “Bahoz” têt naskirin û berpirsê îstixbarata PKKê li Şingalê ye.”

Seîd Hesen Xizir, bi xwe kurdekî êzîdî ye. Di van rojên dawî de  li Baxdayê li ser navê PKKê gelek bi hêsanî danûstandin dike. Bi  di qeanelek telewîzyonê re diyar kir ku “Ezîdî ne Kurd in”

Lê divê bê zanîn ku PKKê ji destpêkê de û piştî ku Şengal îşgal kir gelek aşkere diyar kir ku “Şengal ne axa kurdistanê ye. Axa ereban e. Kurdên êzîdî jî ne kurd in.” Bi ev helwesta xwe di nav Kurdên êzîdî de ji xwe re sixûr û hevalbend û xûlam çêkirin.

PKK DIXWAZE LI SER NAVÊ NÎJADPEREST Û TERORÎSTÊN EREB LI KURDISTANÊ DESTHİLATDAR BE.

PKKê bi dehan salan e ku dixwaze li Başûrê Kurdistanê desthilatdar be. Dema ku dît ku nikare desthilatdar bibe, ev car stratejîyeke nû meşand. Ji bona ku dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bibe, dest bi xebat û xirabiyê kir. Lê diyar e ku dê di ev stratejiya xwe de jî bi ser nakeve. Nûha stratejiyeke nû hildibijêre. Wek hêzeke ereban ya nîjadparest û dijminê kurdan û hevalendiya Haşdî Şabî dimeşîne.

Wek tê zanîn ku Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê peyman çêkirin ku ew herêm û deverên li Kurdistanê ku di çarçeweya xala 140emîn ya makezagonê de tên qebûl kirin û şirove kirin, hêza dewletê û hêza Kurdistanê pêşmerge bi hev re ewleweiyê pêk bînin.

Em derbarê vê mijarê de guh bidi nivîskar Şexmûs Ozzengîn. Ew dinivîsîne û dibêje ku: “PKK, li ser biryara „Navçeyên madê 140 ku wê Pêşmerge û artêşa İraq bi hev re biparêzin“ xwe aciz dike û carek din bi zimanekî qirêj eşkere dike ku; „em qebûl nakin ku pêşmerge li van deveran bimîne“(!)

“PKKe dixwaze bi alîkariya heşda Şebî, wan navçeyên Kurdistanê, ku bi navçeyên maddeya 140 tên naskirin, ji hêzên pêşmergan vala bike û tifaqa navbera Pêşmergan û artêşa İraq hilweşîne.

“Seîd Hesen, yek ji Fermandarên hêzên PKKê li Şingalê ku niha li Bexdayê ye, di hevdîtinekî de di gel yek ji kenalên telefizyonî yên nêzî Nurî Malkî de dibêje: “Em û heşda Şebî (taybet Esaîbî Ehlî Heq) bi hevre amadekarîyê dikin ku van navçeyan ji Pêşmergeyan paqij bikin“(!)

“Seîd Hesen Kî ye?

“Seîd Hesen Seîd Xizir, kesek êzidîye ku dibêje  Ji gundê hoza Hebaba ya şêniyê gundê Zumanê ê ser bi Şingalê ve. Ye. Weke berpirsê giştî yê YBŞê erkdare. Seîd Hesen, yek ji mezintirîn berpirsê „êzdî“yên di nav PKKê de, li Şingalê tê nasîn kirin.

Seîd Hesen, Seîd Hesen, Ji aliyê madî ve, piştî ku ketîye nav tevgera PKK û kar û xebatên bezirganîya ne yasayî dike, pir dewlemend bûye.

“Berpirsê têkilîyêh navbera PKK û Haşdî Şabî yê li Bexda ye.”

Ev yeka jî diyar dike ku PKKê dixwaze bi awayekî li ser navên nîjadperest û terorîst yên ereban li Kurdistanê bibin desthilatdar û karbidest.

DIVÊ HIKÛMETA KURDISTANÊ Û BI TAYBETÎ JÎ HIKÛMETA FEDERAL YA IRAQÊ ÎZIN NEDE EV PLAN Û BIRYARA QIRÊJ; DIVÊ SERWERIYA XWE BIPARÊZIN…

Seweriya Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê di bin xeteriyê de ye. Ev xeteriya ji aliyekî ve bi destên dewletan tê holê. Ji aliyê din ve bi destê rêxistinên terorîst û ji derveyî hiqûqûqê û îllgelal (PKK, Hasdı Şabî û rêxistinên din yên terorîst) diqewime.

Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê divê pêşiya vê xeteriyê bigrin. Hêzên terorîst bêçek bikin. Wan tasfiye bikin. Heger wan tasfiye nekin, nikarin bibin dewleteke serbixwe û serwer.

Diyarbekîr, 04. 05. 2021

Back to top button