PKK çewe dikare behsa yekitiya netewî bike?
PKK her çi bike divê hineka tiştên xirab tawanbar bike. Ji ya hemûyê girîngtirîn propaganda PKKê ya li ser derewa hatî avakirin , mixabin di nava beşek yê civatê de cihê xwe digire.
Li malpera Lêkolin ku ev malpera fermi ya PKKê ye û ji Qendîl tê rêvebirin, du roja de du nivîsên cuda belav kirine.
Nivîsek bi nave Atakan Çetin hatiye belav kirin û di nivîsê de Çelik doza yekitiyê li PDKê dike û dibêje: Ji bo yekitiyek demokratik bê avakirin hemû partiyên kurda berpirsiyarin. Lê di dereca yekem de PDK û PKK berpirsiyarin. Dema pêwendiyên demokratik di navbera PDKê û PKKê de hebû û di navbera wan de tifaq hebû siyaseta kurd pêşve çûye û serketiye. Di qonaxên here zehmet de ev serkeftin çêbûye. Niha tunebûna pêwendiyan rewşa aloz dertêxe hole. Ev yek kurda muhtaci Amerika, Tirkiye û Îranê dike. Ji bo vê dive ev partî vê rewşa xirab ji hole rakin. Nexwe dê li himber dirokê tawanbarbin. Iran û Tirkiye dixwaze kurda ji hole rake, Amerika heyina kurda qebûl dke ,lê wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tine. Başe ma kurd vê yekê nabinin di nava xwe de hevpeymaniyekê ava nakin?
Piştî vê nivîsê rojekê di heman malperê de kesek bi nave Jîr Arjîn ku kifşe navek sexteye nivîsek nivîsiye û li himber PDKê xwînê diferişe. Çi bêbextiya heyî dike û PDK bi xiyanetê tawanbar dike. Di nivîsa xwe de ev kesê sextekar ji PDKê bêhtir behsa binemala Barzaniya dike . Herweha dide xûyakirin ku PDK tu awayê ne netewiye û PDKê wek partiyek êşairî dide nasandin. Ji aliyek din ji bo pêwendiyên herêma Kurdistanê û Tirkiye PDKê bi tiştên xirab itham dike. Gelo di rewşek hale de li gel aliyek ku nizanê dê çi bike û tu awayî xetek netewî naparêzê dê çewe hevkari bête kirin.
Ji aliyek din kî Kurdistaniye û kî li dijê serxebûna Kurdistanê ye baş tê zanin, lê ew mejiyê heta wek îro vê yekê nabînê , gelo mirov çewe dikarê nirxandinê li ser wan bike?
Jîr efendî behsa dagirkirina Kerkûkê dike, Kerkûk , hêzên PKK û YNKê li gel Heşda Şeibî dagirkirin û li himber daxwaziyên netewî dijitiya PDKê kirin. Milisên Şîe çewe bi arikariya PKK li Kerkûkê Ala Kurdistanê anîn xwar , PKKê jî heman tişt li Rojavayê Kurdistanê bi serê xwe kir. PKKê Ala Kurdistanê qedexe kir û daxistin û şewitandin. Çi ferqa ziyniyeta ku li Rojava Ala Kurdistanê anî xwar û li Kerkûkê heman Al anî xwar heye? Heta PKK rastiya xwe nebîne û derewa bike bingehê propaganda xwe, bila behsa gotina netewe neke, ji ber ku PKK li dijê dewletbûna Kurdane û netewê Kurd inkar dikin.
Nabe çewe bê hesabê we li dijê kurda siyasetê bikin. Heta wek niha jî li Şingalê PKK û Heşda Şeibî bi hevra tevdigerin û jiyana kurdan li vê deverê kirine zîndan. Lê dem dikevin tengasiyê de behsa yekitiya,û netewebûnê dikin.
Nûçr/Analiz