Nivîsar

PKK çavê xelkê kor dike û devê wan digire !

Dema behsa PKKê tê kirin hinek alî aciz dibin. Taybetî li bakurê Kurdistanê gelek gotubêjin civakî de, dema rewşa aliyên siyasê tê rojevê û sohbet li ser siyaseta rojane tê kirin, kesek ne HDPê û ne jî PKKê vekirî rexne nake. Lê hema behsa kêmasiyeka HDPê bê kirin, berteka ewil ewe ku, dibêjin “ma AK Partî ji bo çi filan tiştê dike“, yan jî kesek behsa rastiya HDPê bike di cih de wê/wî bi hevalbendiya AK  Partiyê itham bikin. Ev yek wek tektîke ka HDPê ye ku bikaribe xelkekî bê deng bike û rê bi gotina kêmasiyên xwe bigre.

Herweha gelek cara kesên ku PKKê rêxne dikin û behsa rastiya PKKê dikin, cardin ji aliyê PKKê ve wek ajanên dewletê têne tometbarkirin. Ev hemû ji siyaseta PKKê ya sixûrî tê.

Mixabin rastiyek heye ku dive mirov behsê bike. Li bakurê Kurdistanê siyasetmedarên vekirî behsa PKKê bikin gelek kêmin. Ev yek jî dibe sedemek ku PKK behtir dikare rastiya xwe weşêre û derewên dike ji aliyê xelkekî ve wek rastiyekî  tê qebûlkirin.

Di bingehê xwe de gotina rexnekirina PKKê ne raste, ev gotin ji bo PKKê ne di cihde ye. Gerek mirov behsa rastiya PKKê û hîmên PKK li ser hatê avakirin û PKK xizmeta kî dike bike.

Dema mirov behsa rexnekirina PKKê dike, di heman demî de neheqiyek mezin li aliyên din yên siyasî dike. Berê xwe bidinê, aliyên siyasî yên Kurdistanê xwediyê hinek kêmasiyane, mirov behsa kêmasiyên wan dike, wan rexne dike û gelek cara di rexnegiriyê de behsa karên rast dikin jî dike, her rexne ne xirabe, rexne behsa başî û ne başîyan jî dike.

Lê mixabin ji bo PKKê ev pîvan derbas nabe. Divê PKK ji aliyê xelkê Kurdistanê ve bê naskirin da ku ev xwena wek kabûsekê ku dilê xelkê tund dibe xilas bibe.

Eger mirov bi gelek kurtî behsa rastiya PKKê bike dibîne ku, bi hezaran ciwan tevlî gerila bûna û derketine serê çiyan . Ew ji bo Kuredistanê û dewletbûna Kurda tevlî PKKê bûne. Ew dizanin ji bo çi tevlî PKKê bûne lê mixabin nizanin PKK di xizmeta kî de ye û ew ji bo çi şerê kî dikin.

Kesên behsa rastiya PKKê dikin divê hemû cure kiryarên xirab ên PKKê teşhîr bikin û bi tu awayê nebin palpiştên siyaseta qirêj a PKKê. Heta siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û kesayetên kurd rastiya PKKê nebîne û bi zimanek zelal vê rastiyê eşkere nekin nikarin nirxên Kurdistanî biparêzin û nikarin li Kurdistanê û dewletbûna Kurdan xwedî derkevin.

PKK bi ithamkirina xiyanetê û ajanetiyê dikare xelkekî bû deng bike. Dema li himber PKKê bêdengî peyda dibe  PKK her tişta ku bixwaze bêje dibêje û zererek mezin dide tevgera azadiya Kurdistanê. Ew aliyên siyasî ku her hewldidin girêdanek zîzbê jî di nava wan û PKKê de bimîne bi awayekî xwe dixabînin û dibin palbendên kiryarên PKKê.

Kesek ji xwe napirse PKK li başûrê Kurdistanê çi dike? Kesek nabê je PKK gelek zanebûn dewleta Tirkiye ji bo başûrê Kurdistanê cih bike planek ku ji aliyê dijminan ve hatî dîzayn kirin rêve dibe. Kesek behsa zerera ku PKKê dide pêvajoya dewletbûne nake. Kesek nabêje PKK li Şingalê cehşitiya artêşa Iraqê dike. Awayê nirxandina PKKê divê ji bo aliyên siyasî bibe pîvanek û li gora vê pîvanê jî , tifaq, hevkarî û eniyên Kurdistanî bêne avakirin.

18.5.2022

Şirove/Nêrîn

N.Firat

Back to top button