PolîtîkRojev

PKK bi arikariya taximekî di nav YNKê de bacê ji xelkê distîne

Çekdarên PKKê bi piştevaniya taximekî nav YNKê ve bacê ji xelê sînorê Silêmaniyê distîne û li hember wê jî asankariyê bo bazirganî û karên neyasayî yên wê taximê dike.

Vê derbarê de endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Kerîm Fexrî ji BasNewsê re ragehand, di mijara wergirtina bacê de eger beşek ji YNKê piiştevaniyê neke, PKK dê çawa bikeve nav gundan û bacê ji xelkê bistîne? Bi piştevanî û piştgiriya wan ve ew kar tê kirin.’’

Herwaha got, tişta ku xelkê gundê Şênê li hember PKKê kirin ‘’Yekem serhildana xelkê ya li dijî PKKê ye.’’ Û got: ‘’Ji zûde piştevaniyê li PKKê dikin, lê wan bixwe xalên lewaz dane dest wan, ev karê ji PKKê û mayîna wan a li Herêma Kurdistanê tê kirin pir xirabe. Em bacê nadin ti kesî, ew hatine ser hikûmetê jî bacê ji xelkê werdigrin.’’

Bi baweriya rêveberê Gorran, xelk wî modelê siyasetê red dike û qebûl nake. Ji ber wê yê ziyanê dibîne dîsa her PKK bixwe ye.

Ji aliyê  din çavdêra siyasî û endama berê ya Parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesorî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’hebûna PKKê li herêma Kurdistanê ne destûrî ye û neyasayî ye. ji ber wê divê hikûmeta Iraqê berpirsyartiya xwe bi aşkerayî li hember dûrxistina wê hêzê li ser axa herêma Kurdistanê diyar bike û rê ji hebûna wan û leşker anîn û binpê kirinên artêşa Tirkiyê ya ji bo nav axa herêma Kurdistanê jî bigre.’’

Herwaha got, çekdarên PKKê bûne bela û bargiranî  bo xelkên wan navçeyên tevgera çekdarî lê heye. Gundên xelkê dagirkirine û kur û keçên kurd direvînin û bacê ji xelkê werdigrin.’’

Neda Mêrgesorî got: ‘’Hin alî li herêma Kurdistanê, bi taybet jî taximekî nav YNKê bêşermane piştevaniya wê hewldana kirêt û malwêraniya PKKê dikin û çepikan bo lêdidin. Di demekî ku Pêşmerge ji aliyê PKKê ve hatin şehîd kirin de wan milê PKKê bilind dikir. Ev pir kirêt e.’’

Herwaha got: ‘’Dûr nîne bi alîkariya wê taxima nav YNKê ve yan bi çavgirtina wan ve PKK bacê ji xelkê sînorê devera Silêmaniyê wergire, ji ber ew taxime fêrbûne û ji bo wan çûye serî ku xelkê bikin qurbaniya tiştên xwe yên kirêt.’’

Back to top button