CîhanPolîtîk

Geşbûna pêwendiyê Kurdistanê û Almanya

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Frank Valter Ştayînmayer wezîrê derve yê Almaniyayê û şandeya pê re kir û di civînekê de çend pirsên girêdayî rewşa Kurdistan, Îraq û hermî û bi taybetê şerê dijê DAÎŞê gotûbêj kirin.Di civînê de ku Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr û karbidestên hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, Ştayînmayer li hember serdana bo herêma Kurdistanê û bi taybetî rizgarkirina Şingalê û derûdra wê ji bin destê terorîsên DAÎŞ ji aliyê hêzên pêşmergeyê  Kurdistanê ve, dilxweşiya xwe nîşan da û piştgiriya xwe, xelk û hikûmeta Almaniyayê ji bo xelk, pêşmerge û hikûmeta herêma Kurdistanê û  bitaybetî berdewmiya pêşkeşkirina alîkariyên leşkerî bo pêşmergeyê Kurdistanê tekîd kir.Wezîrê derve behsa kirîza êkonomî û hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê kir û got ku dê welatî wî lêbixebite civaka navdewletî pal bide ku di warê xizmetkirina koçber û penaberan de alîkariyê bikin û barê giranê li ser hikûmeta herêma Kurdistanê ye sivik bikin.Şandeya wezareta derve ya Almaniyayê hêvî kir ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalog û danûstandinan bên çareser kirin û di vê çarçoveyê de piştgiriya welatê xwe nîşan da.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana wezîrê derve yê Almaniyayê û şandeya pê re bo herêma Kurdistanê  kir û alîkariyên Almaniya di warê leşkerî û însanî de pêşkeşî pêşmerge û koçber û penaberan dike bilind nirxandin û hêvî kir ku, ew hevkariyên leşkerî ji bo pêşmergeyê Kurdistanê li gor qonaxa niha ya şerê dijî terorîstên DAÎŞê be, ji ber ku piştî azadkirina Şingalê guhertin bi ser awayê şerî de hatine.ImageThumb.aspxBarzanî got  ku, pêwîste dewletên  endam di hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞ û heta dewletên derveyî wê hevpeyamniyê jî zêdetir hevkarî û heahengiyê bi hev re bikin daku metirsiya terorê bi yekcarî bê binbir kirin û emin û aramî ji bo hemû dever û herêman vegere.Serokwezîr got ku herêma Kurdistanê pêwîstî bi alîkariyên însanî heye, bi taybetî ku roj bi roj hijmara koçber û penaberan zêdetir dibe û tê çaverêkirin di dema destpêkirina operasiyona azadkirina Mûsilê de  hijmareke zêde ya koçbe rû penaberan ber bi herêma Kurdistanê ve bên û herêma Kudistanê di kirîzeke êkonomî ya dijwar de derbas dibe û vê yek  dê bargiraniyeke gelek mezin ji bo ser herêma Kurdistanê hebe.Li dor aloziyên navbera hikûmeta Îraqê û herêma Kudistanê, Nêçîrvan Barzanî got ku divê hemû pirsgirêk bi diyalog û danûstanan bên çareser kirin û ji bona çareserkirina arîşeyên navxweyî jî, Barzanî eşkere kir ku, ji bona çareserkirna wan arîşe û aloziyên vê dawiyê li herêma Kurdistanê çêbûne, diyalogeke cidî di navbera aliyên siyasiyên herêma Kutrdistanê de heye.

Back to top button